ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-08-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-08-2022
11 tebax, 2022   23:00

-Ji bo şermezarkirina bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, HPC-JIN konê çalakiyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo vedigre, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mecilsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo, ji bo şehîd Bawer Enz û Edîb Elî konê sersaxiyê li bajarokê Girbawî vedigre, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayika şehîd Mihyedîn Gulo, Şemsîxan Gulo têkildarî çalakiyên tohildanê ku QSD'ê  li dijî leşkerên Tirk ên dagirker pêk anîne  diyar kir ku ew bi çalakiyên tolhildana şehîdan re û got “Tolhildana şehîdan ji bo me serkeftineke” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ode û yekitiyên girêdayî TEV-DEM`ê di çarçoveya rewşa awarte de ku li dijî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker hatiye ragihandin, amadekariyên xwe dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbata şehîd Mesûd Îbrahîm banga darizandina sîxurên dewleta Tirk a faşîst li naverasta bajarê Kobanê kir da ku ji sîxurên din re bibin îbret û got: "Yên ku dev ji şeref û rûmeta xwe berdidin û dibin sîxûrên dewleta Tirk a dagirker divê li qadên bajar werin darizandin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinan ji navçeya Amûde gotin ew hemû cureyên dagirkeriyê red dikin û diyar kirin ku ew amade ne li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî li hember êrişan bisekinin. Jinan her wiha piştgiriya xwe bi hêzên leşkerî re anîn ziman û bêdengiya Rûsya û Amerîkayê li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Taxa Şehîd Rûbar Qamişlo ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê Bedran Hemo anî ziman ku berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêre bingehê xweparastinê ku Pêngava 15`ê Tebaxê zemînê wê ava kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Birîndarên şer ên bajarê Minbicê diyar kirin ku axa bi xwîna Şehîdan hatiye avdan, tu kes nikare dagir bike û tekez kirin ku ew amade ne li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Remzî Kartal diyar kir ku divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî şerê gel ê şoreşgerî tê bikoşin û got: "Qonaxa heyî ragihandina seferberiya giştî li djiî xayînan pêwîst dike." Her wiha got, divê xayîn û ajanên di nava civakê de werin tunekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed eşkere kir ku êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê di çarçoveya hewldana têkbirina projeya Rêveberiya Xweser de ye û got ku ew ê bi berxwedana gel û yekîtiya jinan bersiva hemû êrişan bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker pêkhateya Ereb a kantona Şehbayê piştgiriya xwe bi gelê herêma Cizîrê re nîşan da û banga kir ku têkoşînê mezintir bikin û wekî ku 4 sal in koçberên efrînê û gelê Şehbayê li ber xwe didin, ew jî dev ji axa neqerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil destnîşan kir ku rizgarkirina Minbicê pira destekdayîna Tirkiyê ya bi DAIŞ'ê re bi rûxand û got: "Herêm bi ewle ya û xwedî rêveberiyeke xweser li pêşberî plan û xeteriya Tirkiyê rû bi rû ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ROJHILATA NAVÎN

- Pisporên ji Iraqê diyar dikin ku li gorî rêbazên kevn tu çareserî ji bo aloziya Iraqê tune ne û ji bo çareserkirinê guhertineke bingehîn di şêwazê birêvebirinê de pêwîst e. Her wiha gotin lihevkirina di navbera Tevgera Sedr û Çarçoveya Hemahengiyê de dûr e. (BI WÊNE).

ANHA