Çekdarên nenas êrişî benda kontrolê ya 'ewlehiya leşkerî' ya li Derayê kir

Çekdarên nenas êrişî bendeke kontrolê ya şaxê "ewlehiya leşkerî" ya hêzên hikumeta Şamê li başûrê bajarokê Ibta li gundewarê Derayê kir û di navbera her du aliyan de şer derket.

Çekdarên nenas êrişî benda kontrolê ya 'ewlehiya leşkerî' ya li Derayê kir
11 tebax, 2022   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya  Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên nenas – ku tê texmînkirin çekdarên xwecihî ne - êrişî bendeke kontrolê ya şaxê "ewlehiya leşkerî" ya hêzên hikumeta Şamê li başûrê bajarokê Ibta yê gundewarê navîn yê Derayê kir. Li ser wê yekê di navbera her du aliyan de şer derket.

Duh sibehê jî, hêzên hikumeta Şamê û çekdarên alîgirên wan derdora bajarê Tefesê yê gundewarê Derayê bê ser û ber topbaran kirin. Li aliyên başûrê bajêr jî di navbera çekdarên xwecihî ji aliyekî ve û hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê ji aliyekî din ve şerên demkurt derket. Di encamê de 5 kes birîndar bûn. Di heman demê de hêzên hikumeta Şamê hewl dan ber bi bajarê Tefesê ve pêş de biçin. Li gorî SOHR`ê, hikumeta Şamê hin baregehên li başûrê Tefesê li ser rêya Yadûdê kontrol kirin, li başûrê bajêr jî pêleke koçberiyê çêbû.

Li gorî belgeyên SOHR`ê, ji destpêka îsal ve li Derayê 333 êrişên bi rêbazên cuda pêk hatine, di encamê de 287 kes hatine kuştin.