HRE: Li Bab, Ezaz û Şerayê di nav de efserek 6 leşkerên dagirker hatin kuştin, 11 jî birîndar bûn

Di çalakiyên bersivdayînê yên Hêzên Rizgariya Efrînê li Ezaz, Bab û Şerayê li dijî leşkerê Tirk ên dagirker li dar xistine de, yek ji wan efser, 6 leşkerên dagirker hatin kuştin, 11 dagirker jî birîndar bûn.

HRE: Li Bab, Ezaz û Şerayê di nav de efserek 6 leşkerên dagirker hatin kuştin, 11 jî birîndar bûn
11 tebax, 2022   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên bersivdayînê yên hêzên wan di 5, 6 û 7`ê Tebaxê de li dijî artêşa Tirk a dagirker li herêmên Bab, Ezaz û Şerayê li dar xistine, esker kir.

Daxuyaniya HRE`yê wiha ye:

“Li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku her roj li hember heremê me li dar dixe, di rojên 5, 6 û 7`ê Tebaxê de, li herêmên Bab, Şera û Ezazê ji aliyê hêzên me ve çalakiyên bersivdayînê hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;

Di roja 5’ê Tebaxê de, li herêma Babê, di baregehek artêşa Tirk a dagirker de kamerayek mobese û termalek hat îmhakirin.

Di roja 6’ê Tebaxê de, li gundê Enabkê yê girêdayî navçeya Şera, li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Her wiha di vê çalakiyê de tankek û 3 obîs hatin derbkirin.

Di roja 7’ê Tebaxê de, li gundê Kil Cibrîn yê girêdayî bajarokê Ezazê, li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 1 ji wan fermandar 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 7 leşker jî birîndar bûn. Her wiha depoya cebilxaneya baregehê hat îmhakirin.

Di encama van çalakiyên 3 rojan de bi giştî yek ji wan fermandar 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 11 leşker jî birîndar bûn.”

(cx)