Dewleta dagirker carek din êrişî gundên rojavayê Amûdê dike

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên Cirnik û Til Hemdûn ên girêdayî navçeya Amûdê bi çekên giran tobparan dike.

Dewleta dagirker carek din êrişî gundên rojavayê Amûdê dike
8 tebax, 2022   12:22
QAMIŞLO

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gundên Cirnik û Til Hemdûn ên girêdayî bajarokê Topo yê rojavayê navçeya Amûdê bi çekên giran topbaran dike.

Artêşa Tirk a dagirker vê sibehê jî gudnên Kerame, Cirnik û Xanîka yên girêdayî bajarokê Topo yê rojavayê navçeyê tobparan kiribû.

(cx)

ANHA