Bi merasîmekê cenazeyê şehîd Elîşêr Kerkûk veşartin

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîd Elîşêr Kerkûk li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê veşart.

Bi merasîmekê cenazeyê şehîd Elîşêr Kerkûk veşartin
Bi merasîmekê cenazeyê şehîd Elîşêr Kerkûk veşartin
Bi merasîmekê cenazeyê şehîd Elîşêr Kerkûk veşartin
Bi merasîmekê cenazeyê şehîd Elîşêr Kerkûk veşartin
6 tebax, 2022   19:16
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û navçeya Til Temirê cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Cîhad Sîno (Elîşêr Kerkûk) yê ku li gundê Til Cuma yê Til Temirê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê Hesekê veşartin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî ya şervanên QSD'ê dest pê kir.

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan, Xelîl Moro sersaxî ji malbata şehîd Elîşêr û hemû şehîdên azadiyê re xwest û got: “Keç û xortên me canê xwe ji bo jiyaneke birûmet û azad û parastina pêkhateyên herêmê feda kirin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê, Hisên Selmo axivî û got: “Em bejna xwe li ber şehîdên xwe ditewînin. Dagirkeriya Tirk êrişên xwe li dijî navçeya Til Temirê û gundên wê didomîne da ku herêm û xaka me dagir bike. Bi hebûna şehîdên mîna Elîşêr û hevalên wî tirs li ser me tune ye. Şehîd Elîşêr ji bo pêkanîna jiyaneke birûmet û azad ji pêkhateyên herêmê re, di hemû eniyên şer de şerê çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk kir.”

Selmo soza şopandina rêya şehîd Elîşêr û tevahiya şehîdan heta rizgarkirina deverên dagirkirî da.

Piştre, wesîqeya şehîd Elîşêr ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan, Nalîn Mecîd ve hat xwendin.

Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û siloganan hat veşartin.

(mh)

ANHA