Jinên herêma Cizîrê: Heya ku êriş hebin dê çalakiyên me jî hebin

Li dijî hedefgirtina jinên pêşeng, jinên herêma Cizîrê diyar kir ku “Me xeta berxwedanê hilbijartiye. Ew dagirker dê bi van rêbazên êrişan bi ser nekevin.”

Jinên herêma Cizîrê: Heya ku êriş hebin dê çalakiyên me jî hebin
7 tebax, 2022   01:45
QAMIŞLO-DELÎLA GABAR

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî tên lidarxistin. Jin di wan çalakiyan de jî rengê xwe nîşan didin. Jinên ku di meşa li dijî dagirkerî, êriş û gefan a li Qamişloyê kom bûbûn helwestên xwe li dijî êrişên dagirkeran nîşan dan.

Hevseroka meclisa navçeya Girkê Legê Ayhan Murad got: “Rojane hevalên me yên jin ji aliyê dewleta Tirk ve tên hedefgirtin. Hem di qada leşkerî û hem jî di qada civakî de hevalên me yên jin dikin hedef. Lê em berxwedana 14’ê Tîrmehê û 19’ê Tîrmehê esas digirin û dibêjin `Berxwedan jiyan e.` Ev hêza me YPJ, serdemeke nû da destpêkirin. Bi hezaran jin parastin û em gihandin vê deme. Ger YPJ nebûya, em îro li vir nediaxivîn. Bi saya wan pêşengan bi hezaran jin ji destê DAIŞ’ê û dagirkeran hatin rizgarkirin.”

‘SÎXUR DÊ YEK BI YEK BÊN GIRTIN’

Ayhan Murad li dijî êrişên dagirkeran bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir û wiha lê zêde kir: “Hêzên navneteweyî ku qaşo li ser armanca aramiyê ketin welatê me, em dibînin ku ji balafirên dewleta Tirk re bê deng in û pêşî lê nagirin. Wê tu carî nekarin bi wan êrişan îradeya gelên me û bi taybet îradeya jinan bişikînin. Em ê her tim xwedî li şoreşa jinan û fikir û felsefeya azad derkevin. Jixwe QSD`ê bi ragihandina `Operasyona Sondê` mizgînî da me. Êdî yek bi yek van MÎT`an digirin. Bila her kes bizane; her tim xeta xiyanetê û berxwedanê li kêleka hev meşiyane. Lê xeta berxwedanê hertim wê pêş be. Xayîn, Erdogan û komên çeteyan dê tune bibin.”

Ayhan Murad bal kişand ser şahadeta her sê jinên têkoşer; Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan û got: “Heta kêliya dawî ya Foruma Şoreşa Jinan jî heval Jiyan li gel me bû. Axaftin û tevgera wê hêz dida me. Em ê her tim soza xwe bi şehîdan xwe re nû bikin. Piştî şehîdên me dê bi hezaran çeka wan rakin.”

/kr/uploads/files/2022/08/06/190339_-.webp

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê Wetfa Mesor jî got dê dewleta Tirk a dagirker bi van rêbazên êrişan bi ser nekeve û wiha pê de çû: “Dijmin çi qas li ser me zilm û zorê bike, em ê bi berxwedana xwe serkeftinê mîsoger bikin. Heta kêliya jiyana xwe ya dawî ku em û zarokên xwe sax bin, em çeka wan şehîdan li erdê nahêlin. Em ê pişta dewleta Tirk a dagirker bişikînin. Em tu caran bi top û balefirên wan natirsin. Gelê Kurd bi vîn û hêza xwe dê serkeftinê bi dest bixe.”

`MÎSAKÎ MÎLLÎ DÊ JÊ RE XEWN BIMÎNE`

/kr/uploads/files/2022/08/06/190247_-.webp

Henîfa Mihemed endama Rêveberiya Komîteya Edaletê ya Jinan a Kantona Qamişloyê jî diyar kir ku piştî têkçûna DAIŞ’ê dewleta Tirk yekser ketiye dewrê û got: “Bi yekitiya hemû jinên li vir, em ê bersiveke tund bidine dewleta Tirk. Wan hevalên me yên ku hatin şehîdxistin, cîhan ji zilma DAIŞ xilas kir. Hetanî êrişên dagirkeran têk bibin û herêmên xwe rizgar bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ew Mîsakî Mîllî ku pê dixwazin Osmaniyan vejînin, dê tu carî nekarin wan xewn û xeyalên xwe pêk bînin.”

/kr/uploads/files/2022/08/06/190314_-.webp

Ji rêveberên Kongra Star a Dêrikê Wesfê Murad Mûsa jî destnîşan kir ku wê tu kes nekare vîna jinan têk bibe. Wesfê di berdewama axaftina xwe de got: “Wek jin erka me ye ku em li hember van êrişên balafirên bêmirov bisekinin. Çawa li Kobanê heval Zehra Berkel û van rojên dawiyê jî li ser rêya Qamişloyê li hevalên me bi balafirên xwe yên bêmirov lê xistin û şehîd xistin. Ji ber ku ji hêz û berxwedana jinan ditirsin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

`HEYA ÊRIŞ HEBIN DÊ ÇALAKIYÊN ME BIDOMIN`

/kr/uploads/files/2022/08/06/190222_-.webp

Her wiha endama Kongra Star a Qamişloyê Behye Hesen helwestên tund li dijî êrişên dagirkeran nîşan dan û got: “Em îro bang li dijminê xwînxwar dikin ku tu para xwe ji mirovahiyê negirtiye, bes e êdî ji dagirkerî û zilma te re. Tu bi top û balefiran êrişî me dikî, însanên ku tu wan şehîd dixî, ma gelo êrişî mal û erda te kiriye? Ew çi qasî êrişî me bikin, em ê ew qas bi hêztir bibin. Em dayikên gerîla, şoreşger, şervanên QSD/YPG/YPJ û Asayîşê ne. Em natirsin, em dibêjin êdî bes e ji te re, heyanî ev êrişên te hebin em ê jî di nava çalakiyan de bin.”

ANHA