Di şêwira li Helebê de pêşeroja Sûriyê hat nîqaşkirin

Beşdarên Şêwira Helebê ya “Sûriya ber bi ku ve diçe?'' pêşeroja Sûriyê û siyasetên faşîst ên rejîmê û çareseriyan nîqaş kirin.

Di şêwira li Helebê de pêşeroja Sûriyê hat nîqaşkirin
6 tebax, 2022   15:34
HELEB

Rûniştina duyemîn a Şêwira Helebê bi nîqaşên li ser mijara “Sûriye ber bi ku ve diçe?” berdewam kir. Nêrîn û pêşniyarên beşdaran têkildarî pêşeroja Sûriyê û siyasetên faşîst cihereng bûn.

Di vê rûniştinê de, cîgirê Serokatiya Meclisa Rêveber û endamê Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Elî Rehmûn axivî.

SAZKIRINA PÊŞEROJA SÛRIYÊ BERPIRSYARIYA HEMÛYAN E

Rehmûn destnîşan kir ku pêwîstiya çareseriya siyasî bi erêkirineke giştî heye û ev yek bi rêya lidarxistina rûniştenekê pêk nayê.

Rehmûn wiha domand: “Divê têgehên nasnameya nîştimanî û nenavendîbûn di maseya gilover de hebin. Ev her du têgeh, ji bo vê şêwirê bingehîn in.”

Rehmûn pêwîstiya dayîna nêrînan têkildarî rêbazên berdewamkirina diyalogên bê û dîtina alternatîfan û çareseriyan destnîşan kir û got: “Ji vê bingehê û wek sûrî, divê em ranewestin lê belê xebatên xwe ji bo lidarxistina mîna van hevdîtinan û diyalogan berdewam bikin heta ku bigihêjin çareseriyeke siyasî û sazkirina pêşeroja Sûriyê.”

Di dawiyê de Rehmûn got, sazkirina pêşerojeke nû ji bo Sûriyê berpirsyariya hemûyan e.

'DIVÊ SIYASETÊN GENDELIYÊ BI DAWÎ BIBIN'

Serokê Komeleya Laîk a Sûriyê Iliyas Hilyanî axivî û diyar kir ku divê gelek perespekîf pêk werin heta ku Sûriyeya pêşerojê bê şaştî were avakirin, ev yek bi rêya bidawîkirina gendeliya di saziyan de pêkan e.

Li gorî Hilyanî, divê pergala siyasî bê başkirin û guhertin wek stûneke bingehîn bê dîtin da ku pêşerojeke geştir û pirreng di çêkirina biryarê de, aktîfkirina dadgehan û hesabxwestinê ji bo sererastkirina şaştiyan û pejirandina rêveberiyê li ser bingeha jêhatîbûnê pêk were.

Serokê Komeleya Laîk a Sûriyê Ilyas Hilyanî di dawiyê de destnîşan kir ku civakên ku di guhertinê de pêşketinê dibînin, bi rêya derbaskirina astengiyan vê yekê îsbat dikin.

HIN ALÎ BI REJÎMÊ RE NE DA KU BERJEWENDIYÊN XWE BIPARÊZIN

/ar/uploads/files/2022/08/06/142056_mhmd-shaban.webp

Endamê Şepêla Guhertinê ya Aştiyane Mihemed Şaban jî wiha nêrîna xwe parve kir: “Di vê pêvajoyê de pêwîstî bi zimanekî guncawtir heye ku ji 10 salan ve tê bikaranîn cudatir e. Divê hemû berjewendiya nîştimanî di ser ya teng re bigirin heta bigihêjin rewaş hevbeşiyê.”

Şaban wiha domand: “Dema em dibêjin pirsgirêk ji ber rejîma siyasî ye, wê demê em xwe bê kêmasî dibînin. Pêwîstiya vê yekê bi geşepêdaneke fikrî û çandî heye.”

Şaban gelek alî tawanbar kir ku ji ber berjewendiyên xwe bi rêya lihevkirinên cuda di bin masayê de bi hikumeta Şamê re li hev dikin ku nûnertiya rejîmeke siyasî ya gendelî dike.

Di dawiyê de Mihemed Şaban got divê girîngiyê bidin teşxîskirina pirsgirêkan da ku çareserî li gorî hemûyan bê dîtin.

MUDAXELEYÊN DERVE DÎTINA ÇARESERIYÊ ASTENG DIKIN

Gelek beşdarên şêwirê, diyar kirin ku lihevkirina rûsî-amerîkî ji bo dîtina çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re, tu nîşaneyên baş nadin. Lê belê her du alî, Sûriyê wek qadekê ji bo tesfiyekirina hesabên nakokiya di navbera rojava û rojhilat de dibînin.

Her wiha diyar kirin ku çareseriya siyasî û encamên mudaxeleyên derve, dîtina çareseriyeke siyasî ya giştî ji aloziyê re, dereng dixin.

Tê payîn ku şêwir bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(şx)

ANHA