Gundê Bênê bi dijwar tê topbarankirin, agir bi zeviyên çandiniyê ket

Artêşa Tirk a dagirker topbarana li ser gundê Bênê yê Şêrawayê didomîne. Ji ber topbaranê zeviyên çandiniyê tên şewitandin.

Gundê Bênê bi dijwar tê topbarankirin, agir bi zeviyên çandiniyê ket
6 tebax, 2022   13:50
NAVENDA NÛÇEYA

Artêşa Tirk a dagirker ev 3 saet bê navber gundê Bênê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi dijwarî topbaran dike.

Heta niha zêdetirî 70 guleyên obîs û hawanan li gund û derdora wê ketine. Ji topbarana li derdora gund zeviyên çandiniyê tên şewitandin.

ANHA