Li Tebqayî 70 ciwan perwerdeyên destwerdanên lezgîn dibînin

Di çarçoveya rewşa awarte de, Yekitiya Pîşeyên Bijîşkî ya Tebqayê, di hefteya borî de bi tevlêbûna 70 ciwanan dewreyeke perwerdeyê ya destwerdanên lezgîn vekir.

Li Tebqayî 70 ciwan perwerdeyên destwerdanên lezgîn dibînin
3 tebax, 2022   06:14
TEBQA

Li hember gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di meha borî de rewşa awarte ragihand. Li ser vê yekê hemû saziyên rêveberiyê ketin tevgerê. Desteya Tendirustiyê jî dest bi vekirina dewreyên perwerdeya destwerdanên lezgîn ji şêniyan re, kir.

Li gor biryarê, Komîteya Tendirustiyê û Yekitiya Pîşeyên Bijîşkî ya Tebqayê bi tevlêbûna bêhtirî 70 ciwanan, dewreya perwerdeya destwerdanên lezgîn vekir.

Dewre dê 10 rojan bidome, tê de dê dersên teorîk û pratîk li ser pêçandin û dermankirina birînan û bikaranîna derziyan, werin dîtin.

Ji bo bêhtir agahiyên li ser dewreyê werin zanîn, hevserokê Yekitiya Pîşeyên Bijîşkî Ehmed El-Îd ji ajansa me re wiha axivî: “Ekîbeke bijîşkî ya pispor a Nexweşxaneya Wetanî ya Tebqayê li ser perwerdekirina ciwanan disekine. Di dawiya dewreyê de ciwanên beşdar dê tesetekê li nexweşxaneyên Wetanî yên Rêveberiya Xweser bibînin. Piştre dê komîteyek ji bo rewşên awarte were avakirin.”

Ehmed El-Îd diyar kir ku armanc ji vê dewreyê ew e ku ew xwe bigihînin bêhtir kesan û wan li ser destwerdanên lezgîn perwerde bikin da ku di rewşa awarte de ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker de hatiya ragihandin, amade bin.

Tê zanîn ku dewreyên bi heman awayî li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kirine.

(mh)

ANHA