Malbatên şehîdan: Pêwîstiya me bi 'Operasyona Sondê' hebû

Malbatên şehîdan ên kantona Hesekê piştgiriya xwe bi 'Operasyona Sondê' re anîn ziman ku QSD'ê li dijî sîxuran ragihandiye. Her wiha banga hesabxestinê ji sîxur û xayînan re di dadgehên gel de kir.

Malbatên şehîdan: Pêwîstiya me bi 'Operasyona Sondê' hebû
3 tebax, 2022   07:15
HESEKÊ

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) yekşemê (31`ê Tîrmehê) 'Operasyona Sondê' li dijî ajan û xayînên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ragihand ku li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav in û bûn sedema şehadeta gelek fermandarên hêzên leşkerî û kesayetên welatparêz.

Şêniyên herêmê di sêrî de malbatên şehîdan 'Operasyona Sondê' erênî nirxand.

Ji navçeya Til Temir a kantona Hesekê, bavê şehîd Seed Ehmed û birayê şehîd Izedîn Ehmed, Mihemed Seîd Şêxmûs Ehmed got: “Li dijî sîxûrên Tirkiyê pêwîstiya me bi Operasyoneke wiha heye.”

Ehmed diyar kir ku girîngiya vê operasyonê ji operasyonên leşkerî ne dûr e.

Her wiha Ehmed bal kişand ser xeteriya wan sîxuran û bandora wan li projeya li herêmê û got: “Ew ji balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker û çekên ku li dijî herêmê bi kar tîne xetertir in.”

Derbarê cezayê û rêbazên hesabxwestinê ji wan sîxuran de Ehmed got: “Em rêzê ji qanûnên Rêveberiya Xweser re digirin. Lê em malbatên şehîdan banga darizandina wan di dadgehên leşkerî de dikin ku ev dadgeh li navaresta navçeyê Til Temirê be. Em ê hesab ji wan bixwazin ku bûn sedema şehadeta zarokên me. Dagirker nikare vîna me li eniyan bişikîne. Ji ber wê hewl dide bi rêya xayîn û ajanan vê yekê bike. Em sond dixwin ku em wan xayînan efû nakin.”

Xwişka şehîd Dilgeş, Zeyneb Eyo ya ji Til Temirê got: “Em bi vê operasyonê re ne. Ji ber ku her xayînek divê were cezakirin. Em piştgiriya hêzên xwe dikin û dê vê operasyon bi ser bixin.”

Zeyneb Eyo destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê ji 2011`an ve hevgirtî ne û got: “Em ê hevgirtî bimînin, piştgiriya hemû operasyonên li dijî xayîn û sîxuran bikin heta ku armancên Şoreşa Rojava bighînin serî.”

Têkildarî cezayê ku layiqî xayîn û sîxuran be, Zeyneb bang li QSD`ê kir ku wan li pêşiya gel darve bikin da ku ji xeyrî xwe bibin dersek.

Bavê şehîd Demhat Mihemed Tahir ê ji navçeya Til Temirê, piştgiriya xwe bi operasyona QSD`ê re anî ziman û got: “Em şêniyên Til Temirê ajantiya wan a bi dijmin re şermezar dikin. Em helwesta QSD`ê silav dikin û pîroz dikin. Em bi hêzên xwe re ne heta ku ew sîxuran ji herêmê tune bibin.”

Tahir banga darizandina xayînan li pêşiya gel kir.

QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wê 36 kes girtine ku bi dewleta Tirk a dagirker re, kar dikin û bûn sedema şehîdxistina gelek fermandar û şervanên wê.

 

(şx)

 

 

ANHA