​​​​​​​Peyama TAJÊ ya salvegera Fermana 3`yê Tebaxê: Em ê xwe, xak û civaka xwe biparêzin

TAJÊ bi daxuyaniyekê qurbaniyên fermana 3'yê Tebaxê bi bîr anîn û destnîşan kir ku “Wek civaka êzidî bi taybetî jinên êzidî, em ê xwe zêdetir bi rêxistin bikin, têkoşîna xwe bilindtir bikin da ku em bikarin parastina xwe, xak û civaka xwe bikin.

​​​​​​​Peyama TAJÊ ya salvegera Fermana 3`yê Tebaxê: Em ê xwe, xak û civaka xwe biparêzin
3 tebax, 2022   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya salvegera 8'an a fermana 3'yê Tebaxê daxuyaniyek da.

Destpêkê cangoriyên fermanê û yên berxwedana Şengalê hatin bibîranîn û hate gotin: "Tevahî cangoriyên azadiyê yên ku li hemberî hovîtiya DAIŞ'ê canê xwe kirin mertal û ji bo parastina xaka pîroz û civaka êzidî canê xwe feda kirin, em wan lehengan bi hurmet, minetdarî bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin."

Hate diyarkirin, ku fermana 3'yê Tebaxê ya li ber çavên cîhanê li dijî civaka êzidî hate kirin, heman demê li dijî mirovahiyê ye.

Di daxuyaniyê de reva PDK'ê û artêşa Iraqê hate bibîrxistin ku bû sedema qetilkirin û revandina bi hezaran Êzidiyan û koçberkirina bi sedhezaran.

Têkildarî mijarê hate gotin: "Ev xiyaneta li derveyî exlaq û wijdanê mirovahiyê, wê ti carê neyê jibîrkirin."

TAJÊ bi taybetî bal kişand ser wê yekê ku ferman herî zêde li dijî jin û zarokan hatiye kirin û bi vê yekê jî hate xwestin, ku civaka êzidî û êzdayetî bê tunekirin.

TAJÊ, bi dewamî destwerdana gerîlayên HPG û YJA Starê, şervanên YPG û YPJ'ê bi bîr xist û got: "Em civaka Êzidî, bi taybetî jinên êzidî tu carî vê heqîqetê ji bîr nakin. Em her deyndarê wan in, deyndarê rêber Apo û şehîdên xwe ne, doza wan, doza me ye. Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî careke din soza xwe nû dikin, ku em ê xwedî li rêber Apo derkevin û xwedî li şehîdên xwe derbikevin."

TAJÊ her wiha ji bo rizgarkirina hemû êzidiyên di destê DAIŞ'ê de û mîsogerkirina Xweseriya Şengalê biryardariya xwe wiha destnîşan kir: "Wek civaka êzidî bi taybetî jinên êzidî, em ê ji hemû milan ve, xwe zêdetir bi rêxistin bikin, têkoşîna xwe bilindtir bikin, da ku em bikarin parastina xwe, xak û civaka xwe bikin. Em ê bi vîneke ji pola, her tim li ber xwe bidin, bibin xwedî biryar û xwe rêve bibin. Em TAJÊ diyar dikin ku çeka herî bihêz, xweparastin e! Bi vê bawariyê, em ê hemû lîstokên heyî têk bibin û em ê ti carî rê nedin fermanek din. Heqîqeteke ku nayê veşartin ew e ku her giya li ser koka xwe şîn dibe. Em bang li gelê xwe yê li kampên Başûrê Kurdistanê û welatên Ewropayê dikin, ku vegerin ser ax û koka xwe. Bêguman bi qasî êşa me giran e, ewqasî jî hêrsa me mezin e. Êşên me 8 sal in kêliyek jî ji bîra me naçin. Heta em karibin hesabê fermanê ji sûcdaran bixwazin û heya yek zarok û jinek êzidî di destê DAIŞ'ê de dîlgirtî be, em ê her têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em ê bi rêxistina xwe, bi biryardariya xwe Xweseriya Şengalê ava bikin.”