​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em dev ji xaka xwe bernadin

Şêniyên navçeya Zirganê destnîşan kirin ku ew amade ne navçeyê biparêzin û gotin: "Berdêl çi dibe bila bibe em dev ji xaka xwe bernadin."

​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em dev ji xaka xwe bernadin
3 tebax, 2022   04:30
HESEKÊ – SÎBELCAN SELMAN

Ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve di 9’ê Cotmeha 2019’an de û ruxmî peymana agirbestê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Zirganê dewam dikin. Di encamê de ziyan gihaştine mal û milkên şêniyan û bi dehan welatî şehîd û birîndar bûne.

Li gor amara meclisa navçeyê, li navçeya Zirganê bêhtirî 23 hezar kes dijîn, ku bi 42 komîn û meclisan ve tê birêvebirin.

Şêniyê bi navê Mihemed Salih ê ji navçeya Zirganê wiha anî ziman: “Armanca Tirkiyê ji van êrişan ew e ku aramiyê têk bibe û tevliheviyê li herêmê derxîne, da ku herêmê vala bike û piştre wê dagir bike wek çawa gelek deverên Sûriyê dagir kirin. Her wiha armanc dike ku îradeya gelên herêmê û aramiya ku em tê de ne têk bibe û Mîsaqî Millî pêk bîne.”

Salih îşaret pê kir ku şêniyên navçeyê dê têkoşîna li hember êrişên Tirkiyê bidomînin û got: '' Her çiqas dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe giran bike jî, em ê têkoşîn û parastina vê xakê bidomînin. Berdêl çi dibe bila bibe em dev ji xaka xwe bernadin.”

Her wiha, şêniyên bi navê Xelîl Ello, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir û dewleta Tirk a dagirker bi bêexlaq û dermirov bi nav kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker bênavber gelên herêmê, deverên aram û mizgeftan dike armanc û hêzên garantor li hember vê yekê jî bêdeng in. Tirkiyê dixwaze Osmaniyê vejîne.”

Ello wiha domand: “Her kes durûtiya di destekdayîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, çiqas topbaran giran bibe jî, îradeya me ji balafirên wan bihêztir e û heta dawiyê em ê li ser vê xakê bin û dev jê bernedin.”

Şêniyê bi navê Selwa Mihemed diyar kir ku şêniyên navçeyê amade ne xwedî li erka parastina wê derkevin û ji bo têkbirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li kêleka hêzên xwe yên leşkerî, bisekinin.

 (mh)

ANHA