Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê: Bêyî Rêveberiya Xweser aloziya Sûriyê çareser nabe

Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê, Miwefeq El-Ehmed got, bêyî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê aloziya Sûriyê çareser nabe.

Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê: Bêyî Rêveberiya Xweser aloziya Sûriyê çareser nabe
3 tebax, 2022   01:37
REQA – EHMED EL-ESAF

Hişmendiya hikumeta Şamê ya redkirina diyalogê hişt ku aloziya Sûriyê dirêj bibe. Bêyî beşdarûbna tevahî sûriyan alozî çareser nabe û tevahî civak û kongreyê ku li derve tên lidarxistin bêyî tevlêbûna nûnerên rasteqîn ên pêkhateyên Sûriyê wê bê encam bin.

Têkildarî vê yekê, berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê, Miwefeq El-Ehmed ji ajansa me re wiha axivî: “Diviyabû ku civata navneteweyî biryara 2254'an bi temamî û bi hemû bendên wê ji rêzê ve pêk bianiya, wek avakirina hikumeteke demkî û komîteya destûrê û vegerandina koçberan li warê xwe. Em piştgiriyê didin van xalan heger li ser wan karekî cidî bê kirin.”

El-Ehmed anî ziman ku biryara 2254'an cihekî mezin di karê komîteya destûrê de girt, lê bi rengekî baş nehat bikaranîn û got: ''Ji ber ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyê di vê komîteyê de nehatibûn temsîlkirin, têkiliya me jî bi wê komîteyê re tune ye ji ber ku em tê de nehatine temsîlkirin.”

'RÊVEBERIYA XWESER NE CUDAXWAZ E'

Miwefeq El-Ehmed destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu proje an jî tevgerek cudexwaziyê nine û wiha pê de çû: ''Hinek kes dibêjin ku projeya me cudaxwaz e û Rêberiya Xweser tevgereke cudaxwaz e. Tevgerên wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune ne, lê belê projeyeke demokratîk heye ku hemû pêkhateyên herêmê tê de beşdar in, ev proje jî li xweşiya Tirkiyê û dijminên demokrasiyê yên Rojhilata Navîn naçe. Yê ku cudaxwaz be deriyê diyaloga bi aliyên sûrî re venake. Opozisyona Sûriyê bi xwe cudaxwaz e û pêkanîna hilbijartinan li bakurê Sûriyê nîşana wê yekê dide. Yê ku yekitiya xaka Sûriyê dixwaze Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

'JI BINGEHÊN RÊVEBERIYA XWESER Û PARTIYÊ DANÛSTANDINA BI HEMÛ ALIYAN RE YE'

El-Ehmed anî ziman ku yek ji bingehên Partiya Sûriya Pêşerojê û Rêveberiya Xweser ku li gor wê kar dikin, pêkanîna danûstandin û diyalogê bi hemû aliyan re ye û got: ''Diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de mijareke sûrî ye û nabe aliyên derve destwerdanê tê de bikin. Heger destwerdana derve ya li herêmê erênî be, em pêşwazî dikin, heger neyinî be em pêşwazî nakin.”

El-Ehmed wiha domand: “Rêveberiya Xweser hertim hewl dide hemû pêkhateyên Sûriyê di çareseriya krîza Sûriyê de beşdar bike. Rêveberiya Xweser aliyê yê destpêkê bû ku deriyê diyaloga sûrî-sûrî bi beşdariya hemû pêkhateyên sûrî bi rêya konferansên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekiriye.”

Di dawiya axaftina xwe de, berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê, Miwefeq El-Ehmed wiha anî ziman: “Eger diyaloga sûrî-sûrî hemû pêkhateyan di nav xwe de nehewand û projeya Rêveberiya Xweser nepejirand û hemû aliyên sûrî bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îtîraf nekirin, we demê krîza Sûriyê qet çareser nabe.”

(mh)

ANHA