​​​​​​​Birêxistinkirina civaka Êzidî û pêşxistina jinan erkê hemû êzidiyan e- Hêvîdar XALID

​​​​​​​Birêxistinkirina civaka Êzidî û pêşxistina jinan erkê hemû êzidiyan e- Hêvîdar XALID
3 tebax, 2022   00:45

8 sal di ser fermana 3'yê Tebaxê ya li dijî êzidiyên Şengalê re derbas bûn ku çeteyên DAIŞ`ê pêk anî. Ev ferman di serdema 21`an de ya herî xwîndar û hov e. Ruxmî derbasbûna ewqas sal, lê birîna êzidiyan bi a taybet jinan nehatiye pêçandin ku heta niha li benda edaletê ne.

Di 3`yê Tebaxa 2014`an de, çeteyên DAIŞ`ê êrişeke berfireh bir ser parêzgeha Şengalê da ku êzidiyan qir bikin ku xwedî kevntirîn baweriyên li cîhanê ne. Artêşa Iraqê û peşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) qaşo bi armanca parastina herêmê, li wir bûn, reviyan û Êzidî jî bi çarenûseke ne diyar re rû bi rû hiştin.

Êzidiyên ku ji gund, bajarok û bajarên xwe bi erebeyan yan jî peyayî derketine, berê xwe dan çiyayê Şengalê ku ji bo wan strageheke ewle bû. Lê ji ber pileyên germahiyê yên bilind, azarên wan zêdetir bûn. Rewşa hemûyan jinan û zarokan nebaş bûn. Di rê de bi dehan û dibe bi sedan zarok û temenmezin ji tîna û westanê jiyana xwe ji dest da.

Li ber çav û guhên cîhan û civata navnteweyî, zarok, jin, kalepîr û ciwan hatin qetilkirin, malên wan hatn talankirin û şewitandin. Mezar û sembolên wan ên pîroz hilweşandin. Bi sedan jin û zarok di sûkên li Mûsilê de hatin firotin û heta niha çarenûsa gelekan ne diyar e.

Dema cîhan li hember van hovîtiyan bêdeng bû, şervanên YPG û YPJ`ê li rex gerîlayên HPG û YJA Star erkê parastina êzidiyan girtin ser xwe û bi hawara şengiyan ve çûn. Şervan û gerîlayan bi hezaran Êzidî ji mirinê xilas kirin û ew gihandin cihên ewle. Di heman demê de ji ber doprêça ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve  ya li ser êzidiyan ku li çiyayên Şengalê xwe veşartin, gelek zarok û kesên temenmezin ji tîna û birçîbûnê jiyana xwe ji dest da. Lê şervanan korîdoreke ewlehiyê ber bi herêmên Rojava ve ji wan re vekir. Li Rojava hatin pêşwazîkirin, xwarin, vexwarin û cih ji wan re hatin peydakirin. Herî girîng jî ewlehî hebû. Her wiha roleke mezin di xwebirêxistinkirina civaka Êzidî û avakirina hêzên parastinê yên taybet de list da ku ewlehiya êzidiyan û hebûna wan ji êrişan biparêzin.

Dîmen û wêneyên ku hovîtiya bi serê êzidiyan hatiye ji bîra mirov naçin. Dîmenên ku kamereyên rojnamevanan kişandin, asta hovîtiya karesatî ya li ser jinan dema rêwîtiya reva ji mirinê û lêgerîna jiyanê pêk hatiye eşkere dikin. Li rex wê trajediyê gelek jin hatin revandin, zarok û temenmezin hatin qetilkirin, şênî hatin koçberkirin û ji warên wan ên resen hatin dûrxistin, mal û milkên wan hatin şewitandin.

Helbet ev sûcên qirkirinê ku li gel bêdengiya cîhanê li dijî êzidiyan hatine kirin, li lîsteya sûcên din ên ku di dîrokê de li dijî vê civakê pêk hatiye, zêde dibe.

Di dîmenan de, me qêrîna dayikan û nalîna zarokên pêxwes ên birçî û bêhêvî bihîst û dît ku di rêyên xilasiya ji mirinê de ne, ji ber germa havînê, westanê û asêbûna çiyayan û rêyan, çav û gewriya wan zuha bûne. Lê di dawiyê de gihaştin ewlehiyê; Rojava.

Qet ne hêsan bû, gelekan beriya ku bigihêjin cihê ewle jiyana xwe ji dest da. Gelekan jî azarên wan li Rojava bi dawî nebûn, lê belê zêde bûn ji ber ji mal û milkên xwe û warên xwe dûrketin çarenûsa xizmên xwe nizanin. Çeteyên DAIŞ`ê li dijî şêniyên ku nekarî birevin, gelek sûcên hovane pêk anîn, qetil dikirin, îşkenceya derûnî û bedenî li wan kir, jin di sûkan wek koleyan firotin û destdirêjî li wan dikir. Hinekan ji bo ku bi van sûcan re rû bi rû nemînin, dawî li jiyana xwe anîn.

8 sal derbas bûn lê hîna birîna êzidiyan nehatiye pêçandin, sûc ji bîr nekirine.  Civaka Êzidî bi taybet jinan li benda edalet, bidawîkirina azaran in. Ji bo pêkanîna vê edaletê, rizgarkirina bi dehan jin û zarokên ku çarenûsa wan ne diyar e, vegerandina wan li hembêza malbatên wan û jinûve amadekirina wan di aliyê dirûnî de pêwîstî bi têkoşîn û gelek hewldanên mezin hene.

Di rastiyê de, mirov tenê li ser van sûcan bifikre, dikare bi hêsanî bigihêje vê encamê ku sûcên DAIŞ`ê pêk anîne, berdewama sûcên osmaniyan e ku rojane li dijî pêkhate û gelên bindest ên li herêmê sûcan pêk tînin.

Divê îro Êzidî, tedbîrên pêwîst bigire da ku rê li pêşiya dubarekirina van sûcan bigire, xwe birêxistin bike, çarçoveyên rêxistinî ji xwe re deyne da ku civaka xwe û destkeftiyên ku pêk hatine biparêzin. Ya balkêş ew e ku êzidiyan bi rastî dest bi girtina van tedbîran kir. Piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekînyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Asayîşa Êzidxanê ava kirin. Tevlêbûna berfireh a keçên Êzidî balkêş e. Her wiha êzidiyan Rêveberiya Xweser a Şengalê ava kir ku jinan cihekî mezin û girîng tê de girt. Nûnerên wê di meclis, deste û komîteyên girêdayî Rêveberiya Xweser de hene û  cihê xwe di navendên civakî û siyasî yên bilind de girt.

Ev hêzên ku ava bûne, bi taybet YJŞ`ê bi awayekî mezin bandor li şerên rizgarkirina bajarê Reqa yê sûrî ji çeteyên DAIŞ`ê kir ku bi dehan jin ji pencên çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin.

Di vê pêvajoya dîrokî ya hesas û girîng de, divê Êzidî bi taybet jin li her derê, erkên mezin ên têkildarî birêxistinkirina civatê pêk bînin û wê bi pêş bixin bi taybet di qada dozên jinan û taybetmendiyên wan, têkoşîna ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa, bidawîkirina zihniyeta baviksalarî de, li hember êrişên derve yên li dijî hebûn û vîna êzidiyan û jinên êzidî bisekinin. Nexasim êrişên dewleta Tirk a dagirker ku gelên resen dike hedef û hewl dide destkeftiyên wan têk bibe.

Îro jinên Êzidî ji her demê bêtir, di civakê de bûne pêşeng û xwedî roleke mezin, dikare guhertinên bingehîn û rastîn li ser erdê pêk bîne, destkeftiyên bi xwîna bi sedan şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin. Jinên Êzidî bi yek rêzî dikarin li hember êrişên hemû hêzên ku hebûna wan dike hedef, bisekinin da ku careke din komkujiyên wiha li dijî êzidiyan, jinan û zarokan dubare nebin.

(şx)

ANHA