Li Til Hemîs û Qamişloyê tîmên tenduristiyê banga rewşa awarte bi cih tînin

Tîma Tenduristiyê piştî ragihandina rewşa awarte li navenda tenduristiyê ya navçeya Til Hemîsê dewreyeke destwerdana bingehîn ji niştecihan re vekir. Li Qamişloyê jî Heyva Sor a Kurd 116 mamoste perwerde kirin.

Li Til Hemîs û Qamişloyê tîmên tenduristiyê banga rewşa awarte bi cih tînin
Li Til Hemîs û Qamişloyê tîmên tenduristiyê banga rewşa awarte bi cih tînin
Li Til Hemîs û Qamişloyê tîmên tenduristiyê banga rewşa awarte bi cih tînin
Li Til Hemîs û Qamişloyê tîmên tenduristiyê banga rewşa awarte bi cih tînin
Li Til Hemîs û Qamişloyê tîmên tenduristiyê banga rewşa awarte bi cih tînin
Li Til Hemîs û Qamişloyê tîmên tenduristiyê banga rewşa awarte bi cih tînin
3 tebax, 2022   07:52
QAMIŞLO

Li ser banga Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya rewşa awarte, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser 7`ê Tîrmehê biryarnameyek ragihand ku welatî li ser destwerdanên bingehîn werin perwerdekirin.

Li ser vê yekê bi dehan şêniyên Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê berê xwe da navenda tenduristiyê ya rojhilatê navçeyê ku li ser destwerdanên bingehîn xwe perwerde bikin û dema artêşa Tirk a dagirker êriş bike, bersiva xwe bidin û xwe biparêzin.

Hemşîrê li navenda tenduristiyê ya Til Hemîs Elî Hesen El-Ebid diyar kir ku perwerde li navçeya Til Hemîs û gundên wê yên Sediyê, Henwe û Xernîbe vekirine.

Elî diyar kir ku navên welatiyan bi rêya komîn û meclisan têne tomarkirin, dema perwerdeyê jî 6 roj e.

Elî bang li tevahiya welatiyan kir û got: "Li dijî êrişên muhtemel ên artêşa Tirk kesên dizanin ew ê bikarin alîkariya navend û kadroyên tenduristiyê bikin, bila bikin da ku ji rewşên awarete re bibin bersiv."

Endama bi navê Ferdos Setam El-Hesen jî axivî û got: "Pêwîst e her kes li ser destwerdanên bingehîn xwe perwerde bike ku alîkariya malbata xwe û kesên hewcedar bike."

Ferdos anî ziman ku hemwextî gefên artêşa Tirk a dagirker tevlêbûna ji perwerdeyên wiha re girîng e.

Li Qamişloyê jî Heyva Sor a Kurd îro li navenda Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kolana Qiwetlî ya Qamişloyê, bawername li 116 mamosteyên ji bajêr û gundên wê yên perwerde dît, belav kirin.

Li ser banga Yekitiya Mamosteyan a Herêma Cizîrê Heyva Sor a Kurd perwerde ji wan re vekiribû û 3 rojan dewam kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/keRMOkmpNXc" title="حرب الشعب الثورية.. أكثر من مئة شخص بتل حميس وقامشلو يتلقون تدريبات في الإسعافات الأولية - تل حميس" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>