ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-08-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-08-2022
2 tebax, 2022   23:00

-Bi boneya salvegera 8'emîn a fermana 3'yê Tebaxê ya li ser Şengalê, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê semînerekê li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo organize dike, saet 20:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo bîranîna qurbaniyên fermana 3'yê Tebaxê ya 2014'an a li ser Şengalê meclis û saziyên Rêveberiya Xweser daxuyaniyekê li navçeya Girkê Legê didin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo şermezarkirina fermana li ser Şengalê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê daxuyaniyekê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker, Saziya Olî ya bajarê Reqayê çalakiya konvedanê ji bo du rojan li dar dixe, konê çalakiyê li qada Îtfaiyê tê vedan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kombûna Jinan a Zenûbiya û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ji bo şermezarkirina fermana Şenagalê ya 3'ê Tebaxa 2014'an daxuyaniyan didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê bi daxuyaniyekê fermana 3'yê Tebaxê şermezar dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Navçeya Dirbesiyê ji bo şermezarkirina fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a li ser Şengalê daxuyaniyekê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê fermana li ser Şengalê şermezar dike. Daxuyanî li ber avahiya Yekitiya Jinên Êzidî ya herêma Cizîrê ya li Tirbespiyê tê xwendin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Navçeya Çilaxa bi daxuyaniyekê komkujiya li Şengalê şermezar dike,daxuyanî  li ber Avahiya Daîreiya Avê tê dayîn, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê, Miwefeq El-Ehmed got, bêyî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê aloziya Sûriyê çareser nabe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayikên şehîdên destnîşan kirin ku ew ê heya dawî destkeftiyên zarokên xwe biparêzin û gotin: “Dewleta Tirk bi êrişên bi balafiran re şerekî derveyî exleqê dike. Berxwedana me wê hemû planên wan vala derxîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Zirganê destnîşan kirin ku ew amade ne navçeyê biparêzin û gotin: "Berdêl çi dibe bila bibe em dev ji xaka xwe bernadin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di çarçoveya rewşa awarte de, Yekitiya Pîşeyên Bijîşkî ya Tebqayê, di hefteya borî de bi tevlêbûna 70 ciwanan dewreyeke perwerdeyê ya destwerdanên lezgîn vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên kantona Hesekê piştgiriya xwe bi Pêngava Sondê re anîn ziman ku QSD'ê li dijî sîxuran ragihandiye. Her wiha banga hesabxestinê ji sîxur û xayînan re di dadgehên gel de kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd ên bajarê Hesekê destnîşan kirin ku eşîran bi hemû derfetên xwe ji bo parastina herêmê ji êrişên dagirkeriya Tirk xwe amade kirine, her wiha diyar kirin ku ew ê li kêleka QSD’ê ne û dê xwe bispêrin yekitiya xwe ne tu hêzên derve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

-8 sal di ser fermana 3'yê Tebaxê ya li dijî êzidiyên Şengalê re derbas bûn ku çeteyên DAIŞ`ê pêk anî. Ev ferman di serdema 21`an de ya herî xwîndar û hov e. Ruxmî derbasbûna ewqas sal, lê birîna êzidiyan bi a taybet jinan nehatiye pêçandin ku heta niha li benda edaletê ne.

KURDISTAN

-Sadûn Xelef Qaso ku bi xwe li bajarokê Tilizer ê Şengalê dijî, got hêj dema çeteyên DAIŞ’ê ketin Mûsilê tirs çêbû ku dê êrişî wan jî bikin. Qaso got wan bawerî dabû pêşmergeyan û artêşa Iraqê û bawer nedikir ku pêşmerge civaka êzidî bihêlin û birevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA