Şêniyên Şengalê: Guhertinên li Şengalê ji bo me bûn ronahî

Sadûn Xelef Qaso ku bi xwe li bajarokê Tilizer ê Şengalê dijî, got hêj dema çeteyên DAIŞ’ê ketin Mûsilê tirs çêbû ku dê êrişî wan jî bikin. Qaso got wan bawerî dabû pêşmergeyan û artêşa Iraqê û bawer nedikir ku pêşmerge civaka êzidî bihêlin û birevin.

Şêniyên Şengalê: Guhertinên li Şengalê ji bo me bûn ronahî
3 tebax, 2022   03:38
ŞENGAL - BERÎVAN ŞENGALÎ

Di sala 2014’an de, fermaneke giran bi ser civaka êzidî de pêk hat. Di encama wê fermanê de bi hezaran jin, mêr û zarokên êzidî hatin kuştin, revandin, koçberkirin. Bi nêzbûna salvegera fermanê re şêniyên Şengalê ku piraniya wan di wê fermanê de rastî zext û êrişên komkujiyê hatine, îro li Şengalê birînên xwe dipêçin û da ku careke din ferman bi ser de neyên, xwe bi rêxistin dikin.  

Şahidekî fermanê jî şêniyê Şengalê Sadûn Xelef Qaso ye. Qaso wê demê li Şengalê dimîne û şahidiyê bi êrişa DAIŞ’ê ya li ser Mûsilê û kesên ji wan deran koçber dibin, dike. Her wiha di dema fermana li ser Şenglê de rewşa artêşa Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê ji nêz ve dibîne. Qaso şahidiyên xwe yên wê demê vegotin.

Sadûn Xelef Qaso anî ser ziman ku wan tevgera DAIŞ’ê dişopand ku ketibû Mûsilê û wiha got: “Hêj wê demê di dilê me de tirs çêbû. Me got dê werin vir jî. Piştî demek derbas bû, derbasî Tilaferê jî bûn. Milet ji wir koçber dibû û dihatin gel me. Dema hatin, miletê me ew pêşwazî kirin, malên xwe ji bo wan vala kirin, tiştên pêwîst dan wan. Wê demê gunehê me li wan dihat.”

Qaso balê dikşîne ser ku dema DAIŞ’ê êrişî Tileferê kir, wan baweriya xwe bi artêşa Iraqê û pêşmergeyên li Şengalê aniye û nefikirîne ku dê heman tişt werin serê wan jî û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Ji ber ku me digot parastina me heye, çek hene, hêz hene. Me ji xwe re digot Şengal ne wekî Tilaferê ye. Pêşmerge jî gelek hebûn. Hikumeta Iraqê li hidûd şikestî bû. Gengeşiyekê rû da û leşkerên artêşa Iraqê çek danîbûn û çûbûn malên xwe.”

Qaso got dema êriş pêk anîn roja cejna wan bû û wiha pê de çû: “Em li koçka xwe bûn. Em derketin ber dîwaran, dinya germ bû. Di nav xwe de milet got ‘dê îşev êrişî me jî bikin.’ Me ihtîmal neda, lê me nîyet nekirîbû em baz jî bidin, me ji xwe re digot em ê şer bikin û li ber xwe bidin. Di destpêkê de êrişî Girzerik û Sîba Şêx Xidir kirin. Dengê guleyan nehate me. Xelk xew kiribû. Me dema dît êriş dikin, hinekan got em ê birevin çiya, hinekan got em diçin, hinekan got em malên xwe bernadin. Em jî li seyareyên xwe siwar bûn û çûn Qendîla Cîdalê. Em 7 rojan li wir man. Piştre em çûn Kersê û li wir jî 3 rojan man.”

‘DI DEMA TENGASIYÊ DE ROJAVA GIHAŞT HAWARÊ’

Xelef Qaso bi van gotinan behsa dîmenên perîşaniya gel di dema fermanê de kir: “Ew dîmen, ji mirinê zehmettir bûn. Rewşeke zehmet bû, avek tune bû ku bidin zarokên berşîr. Hemû digiriyan, birçî û tî bûn û mala hemûyan wêran bûbû. Dema em gihaştin çiya jî, me got em hatin çiya, lê em ê bi ku derê ve biçin. Heke werin çiya em ê çi bikin? Mêr, jin, zarok em hemû digiriyan.”

Qaso kêliyên rizgarkirina gel ji aliyê seyareyên gelê Rojava ve hatine şandin û dûrxistina wan ji herêmên xeternak û gihandina cihên ewle wiha vegotin: “Peyderpey milet dibirin. Li ser rêya Dugorê, di kîjan seyarê de cih hebûya lê siwar dikirin û dibirin. Seyareyek hat, ez û kurekî xwe mabûn. Em jî bi wê seyarê çûn. Malbateke din jî ji Kersê siwar bû û em çûn. Li Rojava ji me re bûn alîkar. Piştre em derbasî Zaxo bûn û piştre dema Şengal ewle bû, em vegeriyan cihên xwe.”

Qaso got wan bi hebûna pêşmergeyan pişta xwe saxlem kiribû û wan îxaneteke wiha tu demî neanîbû bîra xwe û wiha pê de çû: “Me îhtîmal nedida pêşmerge terka me bide. Lê pêşmerge, ne bi serê xwe çûn, ew jî artêşek bû. Hinekan ew dan kişandin.”

‘DIVÊ EM BIBIN YEK Û DESTKEFTIYÊN XWE BIPARÊZIN’

Ji bo pêşketinên li Şengalê çêbûne jî Xelef Qaso wiha dibêje: “Îro Şengal ne wekî berê ye. Meclisa Xweseriya Demokratîk ava bûye, şaredarî karên xwe dikin. Keçên me jî çek hildigirin, perwerdeya fikrî dibînin. Armanc, pêşiya fermanan girtin e. Ev guhertin ji me re bû ronahî û bi vê ronahiyê me pêşiya xwe dît.”

Sadûn Xelef Qaso di dawiyê de bal kişand ser parçebûna di nava civaka Kurd û êzidiyan de û got: “60 milyon mirov ku nifûsa Kurdan e, ne hejmareke kêm e. Em dixwazin di demeke nêz de Kurd hemû bibin yek. Dewlet Kurdan berdidin hev. Em vê yekê naxwazin. Kurd hemû bira ne. Heya nebin yek, nagihêjin hedefên xwe. Em tenê bi xwe hene, em dikarin ji bo xwe kar bikin. Em ne wekî berê ne.”

ANHA