​​​​​​​Berhem Salih: Cezakirina kesên komkujiya Şengalê kirine erk û maf e

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih diyar kir ku cezakirina kesên komkujiya Şengalê kirine erk û maf e.

​​​​​​​Berhem Salih: Cezakirina kesên komkujiya Şengalê kirine erk û maf e
2 tebax, 2022   19:16
  NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih bi boneya 8’emîn salvegera êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Bi azarek zêde salvegera komkujiya Êzidiyan dikin ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî zarokên me kir.

Em salvegera heştemîn a komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelê me yê Êzidî pêk anîn û bi armanca bidawîkirina hebûna wan pêk anî, bi êş bi bîr tînin.

Ev rûpelek xemgîn e ku wijdanê mirov bi tawanek ku ferqê naxe navbera jin û mêr, zarok û mezinan de dihejîne. Yek ji kiryarên herî xerab ên ku cîhanê di dîroka nûjen de dîtiye.”

Berhem Salih diyar kir ku cezakarina kesên ku destên wan di komkujiya çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî êzidiyan de heye, erkek û mafekî bêhempa ye û got: “Erka me ye ku em yasaya jinên Êzidî yên rizgarkirî derxînin û bi dadmendî bi qurbaniyan re mijûl bibin û tazmînata wan bidin.”

Berhem Salih eşkere kir ku ji bo diyarkirina çarenivîsa 2 hezar û 700 kur û keçên Êzidî yên heta niha nediyar in di nava xurtkirina hewlanên navneteweyî û navxweyî de ne.