Eşîrên Ereb û Kurd ji bo parastina herêmê xwe amade dikin

Rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd ên bajarê Hesekê destnîşan kirin ku eşîran bi hemû derfetên xwe ji bo parastina herêmê ji êrişên dagirkeriya Tirk xwe amade kirine, her wiha diyar kirin ku ew ê li kêleka QSD’ê ne û dê xwe bispêrin yekitiya xwe ne tu hêzên derve.

Eşîrên Ereb û Kurd ji bo parastina herêmê xwe amade dikin
3 tebax, 2022   06:11
HESEKÊ –BASIL REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê girantir kirine, hemwextî wê jî gefên dagirkirina herêmên din dixwin, ji bo sekina li hember van êrişan, di 6’ê Tîrmehê de Rêveberiya Xweser rewşa awarte ragihand û bi hemû derfetên xwe li gor wê tevgeriya.

Pêkhateyên herêmê xwedî li banga rewşa awarte derketin û xwe li gor bingeha şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin kirin da ku gefên dagirkeriyê têk bibin û deverên dagirkirî rizgar bikin.

Têkildarî vê yekê, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên bajarê Hesekê destnîşan kirin ku ew amade ne êrişên dagirkeriyê têk bibin. Yek ji rûspiyên eşîra Begara, Ehmed El-Haşimî got, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpêkirina serdestiya Sûriyê ye, her wiha binpêkirina lihevkirinên agirbestê ye ku Tirkiyê bi Rûsya û Amerîkayê re di sala 2019'an de îmze kirine.

El-Haşimî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî qanûna navneteweyî tevdigere, ewlehiya herêmê têk dibe û aloziya Sûriyê kûrtir dike û zirarê dighîne gel.

Têkildarî rewşa awarte El-Haşimî wiha axivî: “Em ê bi hemû derfetên xwe herêmê biparêzin. Bi dehan xortên eşîrên herêmê tev li QSD’ê bûn û bi dehan şênî perwerdeyên destwerdana lezgîn dîtine.”

El-Haşimî diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê kurdan, lê tevahiya pêkhateyên Sûriyê dike armanc û got: “Em dixwazin bi hevkariya pêkhateyên din rewşa herêmê bigihînin civata navneteweyî, her wiha ku em hewl didin bi eşîrên Ereb ên derveyî Sûriyê re têkiliyan çêkin da ku rewşa gelê herêmê bi wan bidin naskirin.”

Der barê bêdengiya navneteweyî ya li hember kiryar û êrişên dewleta Tirk de, El-Haşimî got, tiştê herî guncaw di vê qonaxê de ew e ku şêniyên herêmê bi yekrêziyekê li kêleka Rêveberiya Xweser bin û xwe nespêrin hêzên derve.

Di dawiya axaftina xwe de, El-Haşimî bang li gelên demokratîk ên cîhanê kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk bêdeng nemînin û zextê li hikumetên welatên xwe bikin da ku wan sûcan rawestînin.

Endamê Meclisa Rûspiyên Eşîrên Kurd ên Hesekê, Silêman Çeto, êriş û gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha anî ziman: “Em wek eşîrên Ereb û Kurd yên herêmê, civînan bi QSD’ê re pêk tînin da ku li dijî êrişên dagirkeriya Tirk re amade bin.”

Çeto diyar kir ku ew amade ne di hemû aliyan de êrişên dagirkeriya Tirk têk bibin û xwedî li erka xwe derkevin û got: “Em li kêleka hêzên QSD’ê disekinin û serkeftin dê para gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê be.”

Hêjaye bibîrxistinê ku rûspiyên eşîrên bajarê Hesekê di 26’ê Tîrmehê de bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin ku ew amade ne bersiva êrişên Tirkiyê bidin û li kêleka QSD’ê bisekinin.

(mh)

ANHA