11 partiyên Iraqê xwestin ku parlamento hilweşe

11 partiyên Iraqê xwestin ku parlamentoya Iraqê hilweşe û hikumeta nû bê avakirin. Her wiha banga alîkariyê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin.

11 partiyên Iraqê xwestin ku parlamento hilweşe
2 tebax, 2022   17:08
NAVENDA NÛÇEYAN

11  partiyên Iraqê bi navê ‘Hêzê Guhertina Demokratîk’ daxuyanî dan û ragihandin ku li ser hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê re 10 meh derbas dibin, komên siyasî yên bi bandor nekarînealoziyan çareser bikin û pêşbaziyê li ser berjewendiyên teng dikin.

Hizba Şîûya Iraqê, Beytî Wetenî, Teyar Îctîmai Wetenî, Partiya Umeyî ya Iraqê, Hereke Nazim Ehzel Heqî, Hereke Feylî, Beytî Iraqî, Hizba Weid, Hizba Ebnai Nehrên, Tevgera Tişrîn daxuyaniya hevpar da.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku rewşa siyasî ya heye bandorên neyinî li hemû gelan hebû û niha jî gefê li aştiya civakê dixwe.

Di daxuyaniyê de destnîşan kirine ku wê nebin beşek ji pêşbaziyên ku ximzetê ji bo berjewendiyên xwestekên iraqiyan nakin û daxwaza hilweşandina parlamnetoya niha kirin.

Ji bo hilweşandina parlamentoyê ji Serokkomar, parlamenterên serbixwe û hêzên nîştimanî kirine ku zextê bikin û wiha tê gotin: “Em daxwaza avakirina hikumeta nû dikin. Bikûjên xwepêşanderan werin lêpirsînkirin û aqûbeta çalakvanên windane werin diyarkirin. Dosya mezin a gendelî û gendelekaran bigihîn dagehê.”

Her 11 partî hikumetê xwestin ji bo hilbijartinek dadperwerî û bêalî ya di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de kar bike.

Herwiha bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin ku piştgiriya xwestekên iraqiyan a ji bo sîstemekî demokratîk a rasteqîn bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de ragihandine ku ji bo lidarxistina konferanseke giştî ya nîştimanî ya ji bo pêkanîna eniyek nîştimanî ya ji bo hêzên guhertina demokrasî di nava amadakariyê de ne.