​​​​​​​Hêzên ewlekariyê hewldana revandina malbatên DAIŞ'î ji Kampa Holê têk bir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewldaneke revandina malbatên çeteyên DAIŞ'ê ji Kampa Holê têk bir.

​​​​​​​Hêzên ewlekariyê hewldana revandina malbatên DAIŞ'î ji Kampa Holê têk bir
2 tebax, 2022   17:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirin di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe ya fermî parve kiriye, ragihand ku wan da pey kamyonekê piştî ku ji Kampa Holê derket.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di kamyonê de 56 ferdên malbatên DAIŞ'î (39 zarok û 17 jin) hebûn ku hewl dan ji kampê birevin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku wan malbatên DAIŞ'î yên di kamyonê de û kesên ku hewl didan wan ji kampê derxînin, girtin.

ANHA