Şêniyên Efrînê cenazeyê şehîd Fehîma Reşo veşart

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîda sivîl Fehîma Reşo li goristana şehîdan a navçeya Fafînê spart axê.

Şêniyên Efrînê cenazeyê şehîd Fehîma Reşo veşart
Şêniyên Efrînê cenazeyê şehîd Fehîma Reşo veşart
Şêniyên Efrînê cenazeyê şehîd Fehîma Reşo veşart
Şêniyên Efrînê cenazeyê şehîd Fehîma Reşo veşart
Şêniyên Efrînê cenazeyê şehîd Fehîma Reşo veşart
Şêniyên Efrînê cenazeyê şehîd Fehîma Reşo veşart
2 tebax, 2022   16:56
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyê welatiya sivîl Fehîma Reşo ya ku 26'ê Tîrmehê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Til Rifetê birîndar bûbû û duh şehîd bibû, li goristana şehîdan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê veşart.

Şêniyan cenaze ji Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê wergirt û bi karwanekî ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre hevserokê Meclisa Til Rifetê Mihemed Henan axivî û bal kişand ser êrişên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd û got: "Em hemû dizanin dewletên ku çavê xwe berdane xêrûbara Kurdistanê hewl didin gelê Kurd qir bikin. Lê em jî kalikên xwe fêr bûne ku em li hemberî dijmin bisekinin û mafên xwe biparêzin."

Mihemed Henan îşaret bi berxwedana gerîla ya li hemberî artêşa Tirk a dagirker kir û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomînin û gerîla dike hedef, rojane çekên jehrî bi kar tîne, lê tevî vê yekê bi bin dikeve û nikare tu gavan pêşde biavêje. Dewleta Tirk ji bo ku binkeftina xwe veşêre sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike, êrişên wê yên li ser Til Rifetê nîşaneya îflasa siyaseta dewleta Tirk e."

Endama rêveber a Kongra Star a kantona Efrînê Hêvîn Mihemed jî axivî, destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe de jinan dike armanc û wiha got: "Dixwaze îradeya jinan bişkîne ku bi saya wê destkeftî di Şoreşa Rojava de hatine bidestxistin."

Piştre cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Remedan wesîqeya şehadetê ya şehîd xwend.

Bi navê malbata şehîd Fehîma Reşo, Horiya Reşo got: "Em sersaxiyê ji gelê Kurd re dixwazin. Fehîma ne şehîda yekemîn ya malbatê ye û dê ne ya dawî be. Ji bo parastina nirxên xwe em amade ne xwîna xwe feda bikin."

Cenazeyê şehîd di diruşmeyê hat veşartin.

ANHA