Şêniyên Dêrikê cenazeyên 2 şehîdan oxir kirin

Bi sedan şêniyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyên şervanê QSD`ê Qeys Slîva û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El-Meşan li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Şêniyên Dêrikê cenazeyên 2 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Dêrikê cenazeyên 2 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Dêrikê cenazeyên 2 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Dêrikê cenazeyên 2 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Dêrikê cenazeyên 2 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Dêrikê cenazeyên 2 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Dêrikê cenazeyên 2 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Dêrikê cenazeyên 2 şehîdan oxir kirin
1 tebax, 2022   19:13
QAMIŞLO

Bi sedan şênyên navçeya Dêrik û Girkê Legê, endamên Saziyên Civaka Sivîl û nûnerên partiyan li pêşiya nexweşxaneya Şehîd Hogir kom bûn û cenazeyên şehîdan Qeys Slîva û Ehmed El-Meşan wergirtin.

Piştî wê bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat ve ketin rê. Li goristanê, hevserokê Desteya Kar û Barên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hisên El-Elî axivî û got: “Hikumeta AKP`ê bi serkêşiya Erdogan cudahiyê naxe navbera pêkhateyan, ji ber pêşiyên Erdogan, welatê ereb heta gelek serdeman dagir kir, wêran kir û talan kir û dest avêtin jinan.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hêzên Parastina Xabûr a Asûr Madlên Xemîs axivî û got: “Mirin di oxira rûmetê de ji bedewtirîn wateyên jiyanê ye. Destanên ku gelên herêmê dinivîsin û şehîd bi xwîna xwe dihûnînin, li ser pêşketina zihniyetê û binesaziya şaristanî, delîl e.”

Madlên Xemîs wiha domand: “Şehîd Azad Asûrî ji bo parastina gelên herêmê û baweriyên wê, li ber xwe da û tê koşiya.”

Her wiha ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Suryan, Nûh Îsa axivî û soza berdewamkirina rêya şehîdan heta pêkanîna serkefitnê da.

Ji fermandarên Asayîşê ya herêma Koçerat a navçeya Dêrikê Şêrwan Mihemed axivî û soza berdewamkirina rêya şehîdan ji bo parastina ewlehiya herêmê da.

Piştî bidawîbûna axaftinan, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mehmûd Ehmed wesîqeyên şehadeta her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyên her du şehîdan spartin axê.

Tê bibîrxistin ku şehîd Qeys Slîva (Azad Asûrî) li Girê Spî û şehîd Ehmed El-Meşan li Girkê Legê şehîd bûne.

ANHA