Li Til Birak û Çilaxa cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn

Şêniyên navçeyên Til Birak û Çilaxa yên kantona Qamişlo cangoriyên azadiyê bi bîr anîn.

Li Til Birak û Çilaxa cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
28 tîrmeh, 2022   13:23
QAMIŞLO

Meclisên malbatên şehîdan ên navçeyên Til Birak û Çilaxa yên kantona Qamişlo merasîmê bîranîna şehîdan li dar xistin.

ÇILAXA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa merasîmê bîranîna 24 şehîdên mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê li navenda çandê li dar xist.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Cewahir Osman axivî, îşaret bi fedekariyên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di parastina destkeftiyên şoreşê de kir û got: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di xendeqekê de li hemberî çete û dagirkeran şer kirin û di oxira parastina welatê xwe û avakirina civakeke azad û demokratîk de canê xwe feda kir."

Cewahir Osman destnîşan kir ku hêzên dijber ji fikirê demokratîk ditirsin û wiha pê de çû: "Bi saya fedekariyên şehîdan Rêveberiya Xweser ji  bo tevahî pêkhateyan hat avakirin. Ji ber vê yekê hêzên derve, di serî de dewleta Tirk a dagirker şerê fikirê demokratîk ê azad dike, ji ber ku di azadiya gelan de bidawîbûna fikirê xwe yên mêtînger ên desthilatdar dibîne."

Malbatên şehîdan soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre sînevîzyonek li ser nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên derbarê girîngiya xurtkirina têkoşîna avakirina civakak azad û demokratîk de hate pêşandan.

Di merasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi diruşmeyên "Şehîd namirin" bi daw bû.

TIL BIRAK

Li Til Birakê jî bi merasîmekê 11 şehîdên mehên Hezîranê û Tîrmehê hatin bibîraîn.

Navên şehîdên hatin bibîranîn wiha ne: Robai El-Ubyd, Xaib Elo, Elaa Telaba, Salih Selîm, Basil El-Weys, Qasim Mitêran, Elî El-Ilêwî, Kiyan Ubeyd, Îmad Necim, Suhêl El-Ehmed û Fadî El-Mihemed.

Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê ve li hola çandê hate lidarxistin. Bi dehan şênî, di nav de malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên navçeyê amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre mûm li ber wêne û wesîqeyên şehîdan hatin pêxistin.

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birak Şucai El-Hisir got: "Em li beramberî mezinahiya şehîdan sekinîne û bi serbilindî fedekariyên wan bi bîr tînin."

Endama rêveber a Meclisa Navçeya Til Birak Leyla Zixîn banga xurtkirina têkoşînê û hevgirtinê li hemberî dagirker û çeteyan kir.

Bi navê QSD'ê, Ehmed Deran jî soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Keça şehîd Beşîr Xeşan stranek li ser şehîdan got.

Di dawiya merasîmê de sînevîzyoneke li ser têkoşîn û fedekariyên şehîdan hat pêşandan.

ANHA