Çarçoveya Hemahengiyê: Em ê hikumeta bi serokatiya El-Sûdanî ava bikin

Rêveberekî Çarçoveya Hemahengiyê ya Iraqê got ketina avahiyên hikumetê yên li Herêma Kesk a Bexdayê avakirina hikumetê asteng nake û ew ê bi serokatiya El-Sûdanî hikumetê ava bikin.

Çarçoveya Hemahengiyê: Em ê hikumeta bi serokatiya El-Sûdanî ava bikin
28 tîrmeh, 2022   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Yek ji rêveberên Çarçoveya Hemahengiyê Tirkî El-Etebî ji ajansa Malûme ya Iraqê re got: "Bûyerên duh yên ketina avahiyên hikumetê li Herêma Kesk, ne ji erêkirina hikumetê bûya çênedibûn.”

El-Etebî wiha domand: "Ruxmî bûyerên duh jî Çarçoveya Hemhengiyê bi namzetê xwe El-Sûdanî ve ji bo serokwezîriyê girêdayî ye û ketina Herêma Kesk avakirina hikumeta bê asteng nake.”

El-Etebî diyar kir ku piranî hêzên siyasî yên li Iraqê namzetiya El-Sûdanî destek kir, hewlên ji bo astengkirina avakirina hikumetê şaşiyeke mezin e û dê zirarê bi xebata siyasî û berjewendiyên bi milyonan iraqiyan bike.

(fr)