Parlamentereke iraqî: Şerê avê yê dewleta Tirk bûye sedema zêdebûna nexweşiyan

Parlamentera iraqî Emel Etiye El-Nasirî got birîna avên çemên Firat û Dîcleyê ji aliyê dewleta Tirk ve sûc e û diyar kir ku ev yek li Iraqê bûye sedema nexweşiyan.

Parlamentereke iraqî: Şerê avê yê dewleta Tirk bûye sedema zêdebûna nexweşiyan
28 tîrmeh, 2022   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentera iraqî Emel Etiye El-Nasirî ji ajansa 'Malûme' re got: "Şerê avê yê ku Tirkiye dide meşandin, bûye sedema zêdebûna rêjeya nexweşiyên pandemîk li parêzgeha Zîqarê."

Emele Etiye wiha domand: "Dewleta Tirk dem bi dem avên çemên Dîcle û Firatê qut dike. Ev yek jî li dijî gelê Iraqê sûc e."

Emel Etiye got hikumeta navendî ya Iraqê têkildarî dosyaya krîza avê ne cidî ye, tevî ku karesateke jîngehê heye.

Emel Etiye hişyarî li ser tunebûna jêderên avê yên li Zîqarê da ku ev pirsgirêk ji salan ve berdewam e, lê di havîna 2022’yan de siyasetên dewleta Tirk ên li hember Iraqê û bikaranîna avê wek alaveke şer, bû sedema krîzeke giştî.