Şerq Îslah: Qirkirin, guhartina nasname, demografî û metirsiyên pêşerojê

Erdogan mîrateya pêşiyê xwe Ataturk a qetilkirin, koçberkirin, guhertina nasnameya gelên resen û guhertina demografî didomîne. Ev yek di siyasetên wî yên qirkirin û asîmîlasyon ku li dijî gelê Kurd destpêkê û gelên Sûriyê bi giştî de eşkere dibe.

Şerq Îslah: Qirkirin, guhartina nasname, demografî û metirsiyên pêşerojê
25 tîrmeh, 2022   00:50
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Bi derketina fikrê neteweperestî ya piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û hilweşîna dewleta Osmanî re, dewleta Tirk a dagirker planeke danî ku gelê Kurd di nava çanda Tirk de asîmîle bike. Ew yek jî bi navê "Şer Îslah" ku ji 27 madeyan pêk tê.

Di wê demê de, dewleta Tirk soz dabû kurdan ku ew ê sozên xwe yên ji bo kurdan di peymana Severs de pêk bîne. Ew soz di bendên peymanê yên 62 û 64 bûn ku wê welatekî serbixwe ji kurdan re ava bike. Lê gelek neteweperestên Tirk ên bi serkêşiya Mistef Kemal Ataturk tiştê di peymanê de hatiye red kir, bi wê re li Tirkiyê şerek çêbû. Ew şer bi îmzekirina peymana Lozanê di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de û bi betalkirina peymana Severs de bi dawî bû.

Li gorî wê, desthilata Osmanî hilweşiya li şûna wê komara Tirkiyê cih girt. Bi hevrûkirina bi peymana Severs re peymana Lozanê ji bo hêviyên gelê Kurd a azadî, diyarkirina çarenûsa xwe û avakirina Kurdistanê badilewa bûn.

Kurdan betalkirina peymanê îtîraz kir. Kurdan li gel hêzên Ataturk beşdarî şerê serxwebûna Tirkiyê bûn ku li dijî hêzên ewropî bi ser ket. Lê Ataturk bersiva vê qenciyê neda kurdan, ji wê zêdetir hişt ku Kurd zirareke mezin ji betalkirina peymanê bibînin. Di encamê de li hemberî wan zilm û çewisandin meşand da ku nasname û çanda kurdan di bedena Tirk de bihelîne.

Piştî damezrandina komara Tirkiyê di 1923’yan de, dewleta Tirk plana Şerq Îslah pêk anî ku demografiya herêmên kurdan ên li Bakurê Kurdistanê biguher û navê tirkî dan wan. Her wiha kurdan wekî tirkên çiyayê pênase kir. Piştî komkujiya Dêrsimê ya 1938’an navê wî bajarî kir Tunceli anku pencê pola, da ku wî bajarî hilweşîne û were jibîrkirin.

Li hemberî paşguhkirina mafên kurdan ên çandî, şoreşa Şêx Seîdê Pîran li dijî rejîma Tirk a bi serkêşiya Ataturk li dar ket. Piştî têkbirina vê şoreşê bi sê mehan, dewleta Tirk plana "Îslah Şerq" di Îlona 1925'an ragihand. Ev plan ji tedbîrên çandî, demografî û leşkerî ji bo asîmîlekirina gelê Kurd pêk tê.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya 5'an a 'Manîsfîstoya Şaristaniya Demokratîk, Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk'' de dibêje:

''Ev darbeya li dijî têgîna Kurdistanê gelek armancên xwe hene. Ya pêşî, Tirkên Spî (Em ji van re dikarin burokrasiya ciwan a bûrjûwaziya Tirk jî bibêjin, lê bi şertê ku li rêveberiya wê ya kakil sermayeya Cihû bê zêdekirin) bi rêbazên Ingilîz û Fransiyan Kurdistan ji nû ve kirin çar parçe û parçeyê herî mezin ji xwe re veqetandin û bi her tiştê di navê de Tirk hesibandin û xistin pêvajoya qirkirinê. Ev, li dijî cografya Kurdistanê darbeyeke komplowarî ye. Di sala 1925’an de bi Plana Islahkirina Şerqê xwestin rastiya Kurd bi temamî ji dîrokê rakin û welatê Kurdan ‘bi hikmê tine’ hesibandine.''

QANÛNA ŞERQ ÎSLAH: ASÎMÎLEKIRINA NETEWEYÊN BI HEV RE DI DEWLETA TIRK DE DIJÎN

Têkildarî qanûna Şerq Îslah, lêkolînerê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Dr.Ehmed Sîno got qanûn vedigere damezrandina komara  dema ku Ataturk gihişt ser desthilatdariya Tirkiyê. Ev qanûn asîmîlekirina hemû neteweyên bi hev re di dewleta Tirk de dijîn, di serî de gelê Kurd tê hedefgirtin.

Li gorî bendên 13, 14, 15, 16, 17 ên vê plane, axaftina bi zimanê kurdî qedexe ye, çand, dîrok, wêje, huner ên kurdî qedexe ne û li şûna ziman kurdî zimanê tirkî tê ferzkirin. Ev hemû di çarçoveya polîtîkayên tirkkirinê têne kirin.

Têkildarî vê yekê Sîno eşkere kir ku ev plan hate amadekirin ku dîrokeke nû, zimanekî nû ya dewleta Tirk a nûjen were dayîn, dewleteke bi yek dîrok û yek ziman be. Lê ev tişt bi awayekî xwezayî ne pêkan e. Ji ber wê ku li ser hesabê pêkhate û gelên din, mîna Kurd, Ermen, Suryan û Ereb be.

Armanca vê plane hemû gelan di nava tirkîtiyê de werin helandin, zimanekî nû, dîrokekî nû û gelekî nû li gorî wan derkeve. Di raydeya yekemîn de armanca wê tunekirina çanda Kurd, çanda gelan û neteweyên din û tunekirina zimanê wan e.  Ev yek pêkanîna siyaseta guhartina demografîk ku Mistefa Kemal Ataturk hewl dide wê demê pêk bîne.

‛XWESTIN DEWLETEKE NÛ LI SER HESABÊ GELÊN HERÊMÊ AVA BIKIN’

Sîno got: "Mijar guhartina demografî, çandî û zimanî ye. Xwestin dewleteke nû li ser hesabê gel û pêkhateyên herêmê ava bikin. Tiştê tê zanîn ku ev proje li gorî wan herêmên başûrê rojhilatê Tirkiyê dixa nava xwe. Ew jî li gorî kurdan welatê wan e û li rûbereke erdnîgarî ya mezin bi gund, pêkhate, adet û kevneşopiyên xwe ve girêdayî ne."

‛DEWLETEKE TIRK XWE LI SER QETILKIRINAN Û XWÎNÊ AVA KIR’

Sîno diyar kir ku dewleta Tirk ji serdema Ataturk ve qirkirina etnîkî û demografî pêk tîne û wiha pê de çû: ''Zêdetirî milyonek û nîv ermenî bi hemû rêbazên hovane qetil kirin. Heman tişt bi serê Kurd, Ereb, Suryan û Asûr jî anî. Komkujiyên Sêfo pêk anîn. Ev dewlet li ser qetilkirinan û xwînê hatiye avakirin. Ev siyaset plankirî jî hîna heta roja îro ji aliyê Erdogan ve te meşandin."

Li gorî madeya 9’an a plana Şerq Îslah de kurdên beşdarî serhildan û şoreşên li dijî dewleta Tirk bûne werin koçberkirin û li rojava werin bicihkirin (herêmên ku piranî wan tirk in), da ku li herêmên kurdan guhartina civakî pêk bînin.

‛TIRK LI HERÊMÊN KURDAN BI CIH KIRIN’

Sîno îşaret pê kir ku di çarçoveya vê plane de, kesên xwedî nasnameyên ozbekî yên bi navên Eygur, anku xwedî taybetmendiyên tirkmenî yan jî tirkî anîn herêmên kurdan da ku demografiya herêmê û çanda wan biguherin.

Li Bakurê Kurdistanê gelek kiryarên guhartina demografî bi çekên cuda pêk hatin. Dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan birçîkirin, bêkarî û tundiya cesedî bi kar anîn ku vî gelî ji kokê de rakin. Di pirtûkên dîrokê de ev komkujî û koçberî di Şerê Cîhanê yê Yekemîn û piştî wê de tijî ne, heta ev dewleta nijadperestî hate avakirin û komkujî pêk anîn.

‛KOMPLOYEK LI DIJÎ GELÊN LI TIRKIYÊ HEBÛ’

Rewşên navneteweyî yên di salên 1920’î yên sedsala borî de hişt ku dewleta Tirk biryara plana xwe bide. Li ser vê yekê Sîno wiha got: "Bê guman di wê demê de piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn hin hevbendiyên taybet di navbera wan dewletan de hebûn. Ji wan hevbendiya di navbera Fransa, Brîtanya û Îtaliya de. Heta Ataturk bi xwe jî mafên kurdan nas kirin. Lê piştî Severs û Lozanê ev mijar bi dewletên xwe di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi ser ketine, bi taybet Brîtanya û Fransa înkar kir.''

‛ZÊDETIRÎ 700 HEZAR KURD HATIN QETILKIRIN’

Dewleta Tirk a dagirker navên bajarên kurdan bi navên tirkî guhartin. Der barê vê yekê de Sîno wiha domand: "Bajarê Dêrsim nimûneya vê yekê ye û bi Tuncelî hate binavkirin. Gelek mînakên din ên siyaseta dewleta Tirk li dijî gelê Kurd hene, bi taybet li ser serjimariyan. Rêjeya herî mezin ji qirkirin, tunekirin, koçberkirin, sirgûnkirin, ragirtin, qetilkirin û hwd li dijî kurdan bû û zêdetirî 700 hezar Kurd hatin qetilkirin."

‛DIXWZIN TIŞTÊ MAMOSTEYÊ XWE KIRIYE BIKE’

Kiryarên asîmîlekirinê li gel sînorên Bakurê Kurdistanê nesekinîn, ew senaryo li Rojavayê Kurdistanê jî dubare dibe. Artêşa Tirk a dagirker di 2018’an de êrişî bajarê Efrînê yê piraniya xwe Kurd in kir, zêdetirî ji sedî 75 ji şêniyên resen bi darê zorê da koçberkirin, demografî, çand, ziman û civaka Efrînê guhart.

Lêkolîner Ehmed Sîno diyar kir ku serokkomarê Tirkiyê yê niha Recep Teyyîp Erdogan dixwaze tiştê mamosteyê wî kiriye, bike û ji cîhanê re bêje ew alîkariya sûriyan dike ku milyonek koçber vegerîne û wiha pê de çû: "Gelo ma ew ê wan vegerîne herêmên wan ên rastîn; Xûta, Şamê, Hema. Na, ew dixwaze wan li Efrîn, Serêkaniyê, Minbic, Til Rifet û herêmên din bi cih bike, ew dixwaze guhartina demografîk ji bo ajandeyên xwe yên Osmanî pêk bîne."

‛GELÊ KURD LI HER 4 PARÇEYÊN KURDISTANÊ JI BER VAN SIYASETAN AZAR KIŞANDIN’

Rojnameger Nûrhat Hesen ê ji Efrînê piştî dagirkirina wê  ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve di 18’ê Adara 2018’an de koçber bû û niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, rûdan û pêşdeçûnên li bajarê wî pêk tên, ji guhartina demografîk, koçberkirina kurdan û bicihkirina penaberên din li şûna wan dişopîne.

Li ser hûrgiliyên guhartina demografîk ku li herêmên Sûriyê yên dagirkirî pêk tên, Nûrhat Hesen wiha got: "Gelê Kurd ê li 4 parçeyên Kurdistanê, ji ber van siyasetên qirkirinê gelek azar kişandin. Ev siyaset heta roja me ya îro berdewam dikin. Wê yekê ji projeya Şerq Îslah ku Ataturk dest pê kiriye heta bi projeya Kembera Ereb û qewitandina kurdan ji herêmên wan û bicihkirinên hinên din li şûna wan dest pê kir.''

Têkildarî siyasetên dewletên Kurdistanê dagir kirine, Hesen da zanîn ku bi hezaran welatiyên Kurd di komkujiyan re derbas bûn, li Îranê girtiyên Kurd rojane tên darvekirin.

‛SIYASETÊN TIRKKIRINÊ LI ROJAVA DIDOMIN’

Li ser polîtîkayên tirkkirinê, Hesen ev tişt got: "Gelek Kurd hatin asîmîlekirin. Zêdetirî 200 gund li herêma Babê hene, piranî wan gundên kurdan in û tiştekî li ser çanda kurdî nizanin û baş bi zimanê tirkî diaxivin. Ev siyaseteke eşkere ya bidawîkirina hebûna kurdên li rojavayê Firatê ye."

Girêdayî vê mijarê, Hesen anî ziman ku ev siyaset li Bakurê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê jî bi rêya komên çete têne kirin û got, ev kom di pêkanîna guhartina demografîk de alavên bingehîn ên dewleta Tirk in. Li Tirkiyê ev siyaset bi rêya leşkerên dagirkeriyê û saziyên dewletê tên meşandin.

‛JI BO KURDANÊ MANE BIDIN KOÇBERKIRIN, AVAHIYÊN MÊTINGEHIYÊ TÊN AVAKIRIN’

Hesen destnîşan kir ku di 2018’an de zêdetirî 350 hezar Kurd koçber bûn û di 4 salên dawî yên dagirkeriyê de jî yên mayî jî bi darê zorê didan koçberkirin. Hesen ev tişt got: "Ji aliyên çandî ve zimanê tirkî û lîreya tirkî tê ferzkirin. Ev siyaseta tirkkirina herêmê ye û li hemû herêmên Sûriyê yên dagirkirî pêk tên, bi taybet li Efrînê, bi dehan avahiyên mêtîngehiyê tên avakirin ku şêniyên neresn li wan herêman bi cih bikin ku yên Kurd ji Efrînê derxin."

‛GELEK KURD DI GIRTÎGEHÊN DAGIRKERIYÊ DE NE’

Nûrhat Hesen eşkere kir ku kurdên bi darê zorê hatine koçberkirin, niha li kampên Şehbayê bi cih bûne ku rûbirûyî gefên dewleta Tirk in. Lê ev siyaset rûbirûyî berxwedaneke mezin a gel e.

Hesen diyar kir ku gelek Kurd di girtîgehên artêşa Tirk a dagirker de ne ku li Efrînê ava kirine. Êdî gelê Kurd nikare van rewşên trajedîk tehemûl bike. Ji lew re di vê dawiyê de li Efrînê xwepêşandan li dijî artêşa Tirk a dagirker li dar dikevin.

'BI QIRKIRIN Û KOMKUJIYÊN MEZIN SERHILDAN Û ŞOREŞ TÊK BIRIN'

Malbata rojnamevan Bêrîtan Îrlan ji bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê koçberê Rojhilatê Kurdistanê hatiye kirin.  Ji wir koçberê Başûrê Kurdistanê bûye. Ji malbateke welatparêz e ku serî ji dewleta Tirk re netewand. Niha li gel JIN TV kar dike.

Bêrîtan Îrlan diyar kir ku hemû şoreş û serhildanên kurdan ji şoreşa Şêx Seîd sala 1925`an bigire, bi rêya komkujiyan hatin pelçiqandin û wiha domand: “Leşkerên dagirkeriyê li Geliyê Zîlanê komkujiyek pêk anî. Di wê komkujiyê de jin, zarok û temenezin hatin qetilkirin. Ev komkujî hatiye belgekirin ku bi navê paqijkirin hat binavkirin. Li Dêrsîmê jî komkujiyeke hovane pêk anî.

Piştî sala 1925`an, dewleta Tirk siyaseta tirkkirinê li dijî  tevahî gelên li Tirkiyê meşand. Li ser bingeha ku li Tirkiyê dijî, tirk e da ku pêkhateyên din hebûna xwe winda bikin. Ev siyaset li dijî Laz, jî pêk anî ku tiştek ji zimanê xwe nizanin û li ser dikên şanoyan kir pêkenok ji ber ku nizanin peyvên tirkî baş bi lêv bikin. Çerkez bi dawî kirin. Lê gelê Kurd li hember siyasetên helandinê li ber xwe da.”

'KURDAN BI FEDEKARIYÊN MEZIN PLANÊN WAN TÊK BIRIN'

Bêrîtan Îrlan destnîşan kir ku ruxmî komkujiyan, kurdan bi berxwedana xwe hemû planên tirkkirinê têk bibin û bi fedekariyên mezin li hemberê sekînin.

Her wiha Bêrîtan Îrlan anî ziman ku desthilata Tirk siyaseta birçîkirinê li dijî gelê Kurd meşand û ev li gotinên xwe zêde kir: “Îsmet Înono planek ji bo wê danî û wê demê got, wan bikin xizan, xizan bi azadiyê nafikirin. Gelên din bi rêya metaryalên xwendinê xapandin ku tu ferq di navbera kurdan û heywanan de tune ye. Dûv, qûç wan heye û ew cinawir in. Dîrok berovajî kirin. Kurd bi wan re herêm parast û hebûna wan parast. Piştre wek dijmin, xayîn û cinawir bi nav kirin, qencî wisa li kurdan vegerand.”

'ÇAND Û ZIMANÊ KURD WEK ŞERM Û BÊRÛMET NÎŞAN DAN'

Rojnamevan Bêrîtan Îrlan axaftina xwe wiha domand: “Li bajarên me li çiyayan wiha nivîsandin, 'Ez gelek şad dibim dema dibim Tirk', da ku gelên din bed bînin. Ziman û hebûna kurdî ji kefiya li ser serê dayikan heta cil û bergên mêrên Kurd, ziman, nav her tişt şerm û bê rûmet nîşan dan. Heta gihaşt wê astê ku ciwanên Kurd şerm dikirn li rex dayikên xwe di kolanan de bimeşin.”

Bêrîtan Îrlan daxuyand ku dewleta Tirk civaka Êzidî koçber kir, piraniya şêniyên Dêrsîmê qetil kir ji ber ku Elewî ne. Ermen jî koçber kirin, heman siyaset li dijî gelên li Bakurê Kurdistanê meşand, lê di koçberkirina kurdan û siyaseta tunekirina kurdan de bi ser neket.

'HEWL DAN KURDAN KOÇBERÎ BAJARÊN MEZIN BIKIN DA KU WAN BIHELÎNIN'

Bêrîtan Îrlan bi bîr xist ku dewleta Tirk xwest kurdan wek çeteyan bi kar bîne, lê kurdan ev yek red kir ji ber wê zêdetirî 3 hezar gund şewitandin û vala kirin, zêdetirî 2 milyon Kurd koçber kirin bajarên mezin ên Tirkiyê da ku wan bihelîne, lê di vê hewldanê de bi ser nekt ji ber dayikên kurd zimanê xwe parast.

'TIŞTÊN KU TÊN NIVÎSANDIN Û BIHÎSTIN VEGUHERTIN TIRKÎ'

Hêdî hêdî zimanê tirkî li ser gelê Kurd bi hêzê hat ferzkirin. Di vî warî de Bêrîtan Îrlan got: “Tişta ku hiştî zimanê kurdî zaîf bibe, ew e ku desthilata Tirk her tiştên tên nivîsandin û bihîstin veguherandin zimanê tirkî.”

GELÊ KURD BERXWEDÊR E

Bêrîtan Îrlan destnîşan kir ku plana Tirkiyê ya Şerq Îslah bi ser neket, ji ber ku gelê Kurd berxwedêr bû û ev li gotinên xwe zêde kir: “Desthilata Tirk dixwest tirkan veguhêzîne herêmê. Lê tirsîn. Ji ber qada Bakurê Kurdistanê herêmên şer in.”

'DI NAV KAMPAN DE LI SER KAVILAN Û MALEN WERANKIRI DE JIYAN'

Dema Rêveberiya Xweser li Bakurê Kurdistanê destpêka sala 2015`an hat ragihandin, dewleta Tirk a dagirker xwest siyasetên koçberkirin û valakirina herêmê dubare bike. Bêrîtan Îrlan got, Şirnex di erdê re dûz kir, lê dîsa jî şêniyên wê di bin konan de li ser kavilan û malên wêrankirî jiyan û bajarê xwe bernedan.

Guhertina demografiyê bi rêya plana Şerq Îslah li Bakurê Kurdistanê mîna ku dihat payîn bi ser neket. Bêrîtan Îrlan destnîşan kir ku siyasetên qirkirin û helandinê heta radeyekê bi ser ket, li ser têla çanda kurdî lîstin û hertişt tê de eyb kirin. Li gorî Bêrîtan, ev siyaset bi tundî berdewam kir.

KOMKUJIYEKE DIN LI DIJÎ ZIMANÊ KURDÎ HEBÛ

Bêrîtan Îrlan balkişand ser têkoşîna Apê Mûsa Anter li dijî qedexekirina zimanê kurdî û got: “Qirkirinên din li dijî zimanê kurdî hebû. Lê dayikên Kurd herî zêde ziman ji tunebûnê parastina û derbasî zarokên xwe kir.”

ZAROKÊN KURD JI ZIMANÊ DAYIKÊ DÛR XIST

Bêrîtan Îrlan destnîşan kir ku piştî avakirina dibistanên tirkî li bajarên kurdan, zarok ji zimanê dayikê dûr ketibû, zehmetî di fêrkirina zimanê din de dîtin û wiha domand: “Gelo çima wisa kirin? Ji ber ku kurdan plan û projeyên wan têk birin. Niha jî lê binêre bê kî li hember projeyên vejandina osmaniyan disekine? Gelo ne kurd in!”

'ŞOREŞA PKK`Ê HIŞT KURD BI ZIMANÊ XWE BIAXIVIN'

Bêrîtan Îrlan diyar kir ku bi saya Tevgera Rizgariya Kurdistanê siyasetên tirkkirin û qirkirinê têk çûn û şoreşa PKK`ê ne tenê çekdarî bû, di heman demê de çandî bû jî ku tirkan hewl da bin ax bikin û wiha pê de çû: “PKK`ê hişt ku Kurd van bendan bişikîne. Kurd niha bi zimanê xwe diaxivin. Cîhanê êdî hebûna kurdan nas dike.” 

ANHA