​​​​​​​3 Şervanên Meclisa Parastina Xabûrê birîndar bûn

Di êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Til Temirê de 3 şervanên Meclisa Parastina Xabûrê birîndar bûn.

​​​​​​​3 Şervanên Meclisa Parastina Xabûrê birîndar bûn
23 tîrmeh, 2022   14:53
HESEKÊ

Di êrişên vê sibehê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê Um El-Kêf ê Til Temirê de 3 şervanên Meclisa Parastina Xabûrê birîndar bûn.

Şervanên birîndar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn. Li gorî xebatkarên tenduristiyê, birînên şervanan sivik in û hatin dermankirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji vê sibehê ve gundewarên Til Temirê topbaran dikin.

ANHA