Li Tirbespiyê 40 şehîdên mehên Hezîran û Tîrmehê hatin bi bîranîn

Bi sedan pêkhateyên navçeya Tirbespiyê 40 şehîdên ku di mehên Hezîran û Tîrmehê de li cih û di dîrokên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên bi saya fedekariya wan hatine bidestxistin, dan.

Li Tirbespiyê 40 şehîdên mehên Hezîran û Tîrmehê hatin bi bîranîn
21 tîrmeh, 2022   10:59
QAMIŞLO

Îro bi sedan Kurd, Ereb û Suryanên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişlo, ji bo bîranîna hejmareke şehîdên ku li cihên û di dîrokên cuda de şehîd bûne, berê  xwe dan Hola Siyahî ya li bakurê navçeyê.

Hola Siyahî bi wêneyên 40 şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û Meclîsa Leşkerî ya Suryanî hate xemilandin.

Di merasîma bîranînê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê Nûredîn Şakir axaftinek kir. Di destpêka axaftina xwe de Şakir hemû şehîdên Tevgera Azadiyê bi bîr anîn û got ku wan şehîdan di oxira azadî û demokrasiyê de xwe feda kirin.

Şakir destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirina herêmên din û vejandina dewleta Osmanî, gefa êrişeke nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

Di heman demê de diyar kir ku êrişên li dijî gund û herêmên ewle rojane dewam dikin, bi rêya balafirên bêmirov ên biçek kesayetên welatparêz tên hedefgirtin û wiha dewam kir: “Lê belê, hêzên me yê leşkerî û bi piştevaniya pêkhateyan, herêmê ji êrişên Tirkiyê diparêzin.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê Nûredîn Şakir soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiyê û jiyana birûmet û parastina destkeftiyên ku bi saya wan hatine bidestxistin, da.

Piştî axaftinan, derbarê rêwîtiya têkoşînê ya 40 şehîdan sîneîvîzyonek hat pêşandan. Piştre wesîqeyên şehadatê hatin xwendin û merasim bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA