Ji tirsa xwepêşandanan, Tirkiyeyê navenda xwe ya dayîna vîzeyê li Silêmaniyê girt

Ji tirsa xwepêşandan û nerazîbûna welatiyan, dewleta Tirk biryar da ku navenda dayîna vîzeya Tirkiyeyê ya li Silêmaniyê bigire.

Ji tirsa xwepêşandanan, Tirkiyeyê navenda xwe ya dayîna vîzeyê li Silêmaniyê girt
21 tîrmeh, 2022   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, îro dewleta Tirk navenda dayîna vîzeyeya Tirkiyeyê ya li Silêmaniyê ji ber tirsa xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî komkujiya duh a li Zaxo, girtiye.

Her wiha îro li Kerkûkê xwepêşanderan navenda dayîna vîzeya Tirkiyeyê ya li Kerkûkê girtin.

Li Bexda, Necef, Kerbela û Wasitê jî xwepêşandan destpê kirine û alên Tirkiye hatin daxisitin û bang hate kirin ku çûyîna Tirkiye ya geştê boykot bikin.

Serokê Odeya Bazirganan a Diyalayê Muhammed Samî Hamid bi peyamekê bang li bazirganan kir ku hemû cûre malên Tirkiye boykot bikin û dîsa kargeh û şirketên ku ji bo geşt û turîzmê tûrên geştê ji bo Tirkiye organîze dikin ku van geştan betal bikin û gel teşwîq bike ku neçin Tirkiye. Samî Hamid got: “Rûmeta welatê me û mirovê me ji berî fêde, kar û berjewendiyên kesî tê.”