Meclisa Leşkerî ya Suryanî: Ala serkeftinê dê bi destê şervanên me li ba bibe

Meclisa Leşkerî ya Suryanî diyar kir ku ew li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ji bo parastinê amade ne û got: “Parastina cogragiya Sûriyê erka tevahiya Sûriyan e. Ala serkeftinê dê di destê hêzên me de be.”

Meclisa Leşkerî ya Suryanî: Ala serkeftinê dê bi destê şervanên me li ba bibe
21 tîrmeh, 2022   06:36
HESEKÊ

Bi zêdebûna gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilaytê Sûriyê û hewldanên dagirkirina deverên nû re, gelê herêmê, Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo berxwedanê û parastina cografiya Sûriyê amadekariyên xwe xurttir dikin.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena der barê bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker ji ajansa me re axivî û behsa armancên dewleta Tirk û asta tedbîrgirtin û amadekariyên hêzên xwe ji bo bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê kir.

Hena wiha got: “Her tim dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwestin xaka me dagir bikin, ev yek jî di dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de diyar bû. Ev gef û êrişên bênavber hewldanên dagirkirina deverên nû yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.”

Hena wiha domand: “Armancên dewleta Tirk a dagirker wiha ne; di serî de herêmê dagir bike û ji demografiya wê biguherîne, rêxistinên terorîst vejîne wek çawa niha li herêmên dagirkirî dike ku serçete tê de bi serbestî tevdigerin.”

Hena destnîşan kir ku avakirina kembera reş ji bo parastina terorîstan û jinûve bi rêxistinkirina wan li wan herêman, ji bo wê ye ku terorê belav bike û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hêzên leşkerî û destkeftiyên li herêmê têk bibe.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî her wiha diyar kir ku hêzên wan amade ne li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û got: “Em gefan cidî digirin û em amade ne herêma Xabûrê biparêzin û li kêleka meclisên din yên di bin siya QSD’ê de Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û sûcên dagirkeriya Tirk li dijî şêniyên herêmê rawestînin.”

PARASTINA HERÊMÊ ERKA HEMIYAN E

Matay Hena diyar kir ku parastina xaka Sûriyê erka hemû Sûriyan e li ser bingeha nasnameya Sûrî û wiha deawm kir: “Ji ber ku tiştê li herêmê pêk tê dagirkerî ye. Divê her kes herêmê û şêniyên wê biparêze. Ji ber wê jî em wek Meclisa Leşkerî ya Suryanî tu carî qebûl nakin ku komkujiyên nû li dijî gelê me pêk werin.”

ALA SERKEFTINÊ DÊ DI DESTÊ HÊZÊN ME DE BE

Der barê amadekariya hêzên wan ji bo bersivdayîna êrişan, Hena wiha axivî: “Şervanên me tecrubeyên şer ên nû girtin û di sê salên borî de ji bo bersivdayîna hemû cureyên êrişan, me taktîkên tevgera xwe guherandin.”

Di dawiya axaftina xwe de, Hena diyar kir ku berxwedana wan vê carê dê ji berê cudatir be û wiha axivî: “Alên serkeftinê dê di destê hêzên me de bin, em ê heta pêkanîna serkeftinê li ber xwe bidin.”

(mh)

ANHA