UNAMI: Divê rêz li serweriya xaka Iraqê were girtin

Komîsyona Alîkariyê ya girêdayî NY li Iraqê (UNAMI) komkujiya dewleta Tirk a li Zaxo şermezar kir û got, li gor yasayên navneteweyî nabe êrişî sivîlan were kirin. Divê der barê êrişê de lêkolînek baş were kirin.

UNAMI: Divê rêz li serweriya xaka Iraqê were girtin
20 tîrmeh, 2022   19:49
NAVENDA NÛÇEYAN

UNAMI der barê komkujiya li Zaxo de daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de komkujiya li Zaxo hat şermezarkirin û hat gotin; “Carek din xelkê sivîl ket ber bandora topbaranê. Li gor yasayên navneteweyî nabe êrişî xelkê sivîl were kirin. Divê der barê êrişê de lêkolîneke baş were kirin. Divê hertim rêz li serweriya yekparçeya xaka Komara Iraqê were girtin. Bang li hemû aliyek dikin demildest van binpêkirinan rawestînin.”