​​​​​​​Ciwan Mistefa: Nexweşxane û navendên me ji bo rewşa awarte bi temamî amade ne

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa destnîşan kir ku di dema rewşa awarte de desteya wan di amadebaşiyê de ye û hemû nexweşxane, klînîk û navendên tenduristiyê yên gerok hatine hazirkirin, her wiha daxwaz ji xelkê kir ku bi wan re bibin alîkar û kursên perwerdeya yên destwerdana lezgîn bibînin.

​​​​​​​Ciwan Mistefa: Nexweşxane û navendên me ji bo rewşa awarte bi temamî amade ne
21 tîrmeh, 2022   00:42
REQA – EHMED ELESAF

Ji bo rewşa awarte ya ku Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6’ê Tîrmehê de ragihandiye, Desteya Tenduristiyê ji bo peydakirina hemû pêdiviyên bijîşkî û dermanan, her wiha amadekirina nexweşxane, klînîk û navendên gerok dixebite.

Ji bo hîn zêdetir zanîna amadekariyên Desteya Tenduristiyê yên ji bo rewşeke awarte; hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ji ajansa me re axivî û got: "Desteya Tenduristiyê di çarçoveya rewşa awarte ya ku vê mehê hatiye ragihandin de kar dike. Desteya Tenduristiyê plansaziyeke tekûz û yekgirtî daniye, hemû nexweşxane û klînîk hatine amadekirin û welatî tên perwerdekirin eger êrişek ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bê kirin."

Mistefa her wiha got: "Perspektîf ji hemû nexweşxane, klînîk û navendên tenduristiyê re ji bo pêşwazîkirina welatiyên ku pêwîstiya wan bi kursên destwerdana lezgîn heye, hatine dayîn. Eger êrişek li ser herêmên me çêbibe, her yek ji me dikare alîkariya xwe û derdora xwe bike û ev kurs dê du rojan li du hev be û hemû temen tê de tên qebûlkirin."

Duşema borî, Desteya Tenduristiyê bi belavkirina biryarnameya hejmara 7, bang li welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku kurseke berfireh ya destwerdana lezgîn bibînin û teqez kir ku hemû nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşwazîkirina kesên ku dixwazin van kursan bibînin, amade ne.

Der barê amadebûna navendên tenduristiyê de jî Mistefa tekez kir ku di vê demê de gelek klînîkên gerok ji bo pêşwazîkirina birîndaran hatine amadekirin. Mistefa wiha domand: "Ji karên me yên di çarçoveya rewşa awarte de, dabînkirina hejmareke baş a dermanan ji bo nexweşxane û navendên tenduristiyê, rawestandina betlaneya hemû bijîşk û hemşîreyan û amadekirina hemû navend û klînîkên sabît û gerok e."

Mistefa îşaret pê kir ku hemû navend û klînîk bi temamî hatine amade kirin bi taybet li herêmên ku tê payîn rastî êrişê werin û got: “Em nikarin hejmara navendan eşkere bikin, lê hejmara wan baş e.”

Têkildarî peydakirina dermanan di dema dorpêça li ser herêmê de, Mistefa wiha got: "Desteya Tenduristiyê ev demek e ji bo peydakirina pêdiviyên xwe yên dermanan kar dike, bi taybet li wan navçeyên ku îhtîmala êrişeke Tirkiyê li ser hebe. Her wiha pêwîstiyên girîng hatine peydakirin."

Ciwan Mistefa di dawiya axaftina xwe de got: "Herêmên me di bin gefa dagirkeriya dewleta Tirk de ne. Di egera her êrişekê de dê birîndar hebin. Divê her kes ji aliyê manewî û tenduristî ve amade bin ku xwe bi xwe û birîndarên li derdora xwe jî derman bikin, her wiha alîkariya karmendên tenduristiyê yên li herêmên me bikin."

ANHA