Li Hesekê Komkujiya Zaxoyê hat şermezarkirin

Bi dehan ciwanên bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina Komkujiya Zaxoyê ya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye pêkanîn, xwepêşandan li dar xist.

 Li Hesekê Komkujiya Zaxoyê hat şermezarkirin
20 tîrmeh, 2022   19:23
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê îro li Hesekê ji bo şermezarkirina komkujiya Zaxoyê ya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye pêkanîn, xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandêran di kolanên bajarê Hesekê de meşiyan û ji bo şermezarkirina komkujiyê silogan  berz kir.

Tê zanîn ku artêşa Tirk a dagirker îro devereke geştyariyê li navçeya DerKarê ya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê topbaran kir û di encamê de 9 sivîl şehîd bûn û 23 jî birîndar bûn.

(mh)

ANHA