YRA`yê têkildarî ragihand û tenduristiya pîskolojîk panelek li dar xist

Yekitiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sernav "Çapemenî û tunduristiya pîskolojîk û girîngtirîn bandorên wê" li hola NRSL`ê ya bajarê Qamişlo panelek lidar xist.

YRA`yê têkildarî ragihand û tenduristiya pîskolojîk panelek li dar xist
20 tîrmeh, 2022   19:19
QAMIŞLO

YRA`yê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sernav "Çapemenî û tunduristiya piskolojîk û girîngtirîn bandorên wê" û bi beşdarbûna rojnamevan û nûnerên saziyên çapemeniyê panelek lidar xist.

Destpêkê Hevseroka YRA`yê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Malva Elî axivî. Paşê gerînendeyê navenda Zat a şêwermendiya pîskolojîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulfetah El-Hemîdî ev tişt got: "Tenduristiya piskolojîk beşek ji tunduristiyê ye. Ew jî başbûna ku kes derfetên xwe pêk tîne û dikare li gorî zextên jiyana normal be. Her wiha xebatê xwe yê erênî pêk bîne û destekê bide civaka xwe."

El-Hemîdî îşaret bi girîngiya pêşxistina hişmendiya tenduristî, têkiliya hestyarî û derûnî, aramkirina bertek û fikarên rojnamevanan kir û wiha anî ziman: "Rojnamevan her tim li pêş in. Ji ber wê jî divê girîngiyê bidin tenduristiya piskolojîk. Paşguhkirina di aliyê tenduristiya piskolojîk de dê nexweşiyên piskolojîk û laş bi xwe re bîne."

Di dawiyê de nîqaş der barê mijara panelê de hatin kirin.

(bx)

ANHA