Şêniyên Reqayê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi şahiyeke girseyî pîroz kir

Bi dirûşma “Bi salvegera 10’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê dawiya dagirkeriyê bînin û Sûriyeyeke azad û demokratîk ava bikin”, şêniyên Reqa û gundewarê wê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li bajêr pîroz kirin.

Şêniyên Reqayê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi şahiyeke girseyî pîroz kir
20 tîrmeh, 2022   19:07
REQA

Bi beşdariya bi hezaran şêniyên Reqa û saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, serokeşîr û rûspiyên herêmê û berpirsên Rêveberiya Xweser, salvegera 10’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Stada Beledî ya li naverasta bajarê Reqayê hat pîrozkirin. Li stadê wêneyên şehîdan, alên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2022/07/20/172628_mhmd-nwr-althyb-28129.jpg

Di destpêka şahiyê de hevserokê Meclisa Reqa ya Sivîl Şêx Mihemed Nûr El-Dîb daxuyaniyek bi navê meclisê xwend. Daxuyanî wiha ye:

“Em di vê salvegera pîroz de ya ku bingehên biratiya gelan û jiyana hevbeş di nav civakê de daye bicihkirin, em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin.

Îro em di salvegera 10`an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de dijîn a ku ji Efrîn, Kobanê û Cizîrê dest pê kir da ku rêgezê Rêveberiya Xweser û armancên wê bide rûniştandin.

Ev proje û ev şoreş çareseriya kirîza Sûriyê ne, kirîza ku gelê Sûriyê bi salên xwe yên dirêj westand. Lê ji vê projeyê em dikarin ji gelê Sûriyê re bêjin ku ew çareseriya herî guncew a kirîza me ye û divê em li gor vê şoreşê tev bigerin.

Em soz didin şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em li ser şopa wan bin û welatekî ewle ava bikin û rûmeta wî biparêzin.”

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2022/07/20/172607_fysl-alsalm.jpg

Her wiha ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Feysel El-Salim bi navê meclisê wiha axivî: “Ji Şoreşa 19’ê Tîrmehê QSD’ê ava bû da ku bibe nimûneya parastina rûmetê û pêkanîna serkeftinê ji bo azadî û biratiya gelan.”

El-Salim wiha domand: “Îro em li hember van zehmetiyên siyasî, aborî, leşkerî û civakî disekinin û teqez dikin ku em ê bi îrade û berxwedana xwe bi ser kevin û çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin.”

El-Salim di dawiyê de got: “Em ji Erdogan re dibêjin; em ê projeya xwe ya neteweya demokratîk berdewam bikin û dem tu carî paş de venagere.”

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2022/07/20/172549_swsn-alkhlf.jpg

Piştre, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Îbtîsam El-Ehmed axivî û got: “Ev şoreş şoreşa jinan û mêran e û gelek serkeftinên mezin bi dest xistin ku tê de jin û mêr di yek xendekî de şer dikirin.”

Her wiha endama rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbya Sewsen El-Xelef bi navê kombûnê wiha axivî: “Di vê rojê de divê em helwestên serbilindiyê li hember xwîna pîroz a ku ji bo azadî û aşitiyê li ser vê xakê hatiye rijandin, nîşan bidin.”

Sewsen El-Xelef wiha domand: “Ev şoreş ji Kobanê dest pê kir da ku li dawiyê bigihîje seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Gelên herêmê nas kirin ku ev şoreş ne wek şoreşên din ên klasîk e yên ku tenê bi armanca guhertina pergala desthilatdariyê radibin.”

Li dawiyê hem[yan soz da şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê û projeya neteweya demokratîk bidomînin.

Şahî bi pêşandana stranên folklorî û şoreşgerî ji aliyê komên navenda Çand û Hunerê û hunermendên Reqayê ve bi dawî bû.

(mh)

ANHA