Serokê demkî yê Srî Lankayê rewşa awarte li welat ragihand

Li gorî agahdariyeke hikumetê ku derengiya şeva yekşemê hat weşandin, serokê demkî yê Srî Lankayê rewşa awarte li welat ragihand.

Serokê demkî yê Srî Lankayê rewşa awarte li welat ragihand
18 tîrmeh, 2022   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê demkî yê Srî Lankayê Ranil Wickremesinghe derengiya şeva yekşemê rewşa awarte li welêt ragihand. Ew yek bi armanca ku beriya dengdana hilbijartina serokekî nû di nava vê hefteyê de rê li ber tevliheviyê bigire, pêk hat.

Rêveberiya Ranil Wickremesinghe hewl dide qeyrana aborî ya li welat çareser bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji Nîsanê ve dema ku xwepêşandanên ji ber aloziya aborî û rewşa jiyanî ya xirab dest pê kirin, rêveberên Srî Lankayê çend caran rewşa awarte ragihand.