Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamekî wan dema erka xwe pêk dianî, duh (17`ê Tîrmehê) li Dêrazorê şehîd bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
18 tîrmeh, 2022   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî têkildarî şehadeta endamekî xwe daxuyaniyek belav kir û tê de got: “Endamekî hêzên me yên Kantona Dêrezorê duh yekşemê (17’ê Tîrmehê) dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe pêk dianî, gihîşt asta şehadetê.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Ehmed El-Zahêr

Navê Bav: Husên

Navê Dayîkê: Semer El-Xelef

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: El-Bisêra, 22-10-2018

Cih û Dîroka Şehadetê: El-Hicne, 17-7-2022

Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji xwe û malbata şehîd Ehmed re xwest û got: “Em serê xwe li ber fedekariya şehîdên xwe yên bi qîmet ditewînin ku ji bo parastina malbat û gelê xwe canê xwe feda kirine. Em tekez dikin ku em li ser rêya şehadetê ne heta ku ewlehî û aramî li hemû herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bê."

(eh)