Bûyerên kuştinê li Kampa Holê: Jineke din kuştî hat dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kampa Holê cenazeyê jinekê kuştî dît. Bi wê re ji destpêka salê ve hejmara kuştiyan gihaşt 29 kesan.

Bûyerên kuştinê li Kampa Holê: Jineke din kuştî hat dîtin
17 tîrmeh, 2022   09:00
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji navçeya Holê ya kantona Hesekê ragihand ku îro Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeyê jinekê di kanalîzasyoneke beşa 5’an a taybet bi koçberên sûrî de kuştî dît.

Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, heta niha nasnameya jina hatiye kuştin nayê zanîn.

Bi vê bûyerê re, ji destpêka salê ve hejmara jin û mêrên li Kampa Holê hatine kuştin gihaşt 29`an.

Li gorî daneyan, hemwextî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên li Kampa Holê jî zêde bûne.

Hêjayî bibîrxistinê ku di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de li beşa 3’yan cenazeyê mêrekî serjêkirî hate dîtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 28`ê Hezîrana borî de li beşa 6’an a taybet bi koçberên sûrî, cenazeyê mêrekî ku bi guleyan hatibû kuştin dît. 25`ê Hezîranê jî li heman beşî cenazeyê jineke sûrî ya ji parêzgeha Humsê serjêkirî hate dîtin.

23`yê Hezîranê li heman beşî jineke bi guleyan hatibû hedefgirtin û birîndar bûbû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn her wiha di 22`yê Hezîranê de cenazeya jinekê li stada fotbolê ya beşa 3’yan a taybet bi penaberên iraqî kuştî dît.

Di heman demê de 14 jin û mêr birîndar bûbûn.

Kampa Holê xetertnaktirîn kampên cîhanê ye, ji ber ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên sûrî, iraqî û çeteyên biyanî bi taybet ên ku Sibata 2019`an di Operasyona Bagera Cizîrê de xwe radestî Hêzên Sûriya Demokratîk kirine û hatine kampê, lê dimînin.

Li Kampa Holê 9 beş hene. Li gorî belgeyên rêveberiya kampê, li kampê 56 hezar û 97 kes dimînin, ji wan 29 hezar û 152 penaberên iraqî ne, koçberên sûrî jî 18 hezar û 863 ne.

Hejmara jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî jî digihêje 8 hezar û 109 kesî û ji 54 nasnameyên biyanî ne û li beşa 9`emîn a “Muhacîrat” dimînin.

(eh)

ANHA