Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 4 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesên din bi Koronayê ketin
17 tîrmeh, 2022   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 rewşên din ên vîrusa Koronayê tomar kirin. Pêketiyên nû yên Koronayê, 2 jin û mêrek ji Dêrikê û jinek ji bajarê Qamişlo ne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 38 hezar û 589 kes bi Koronayê ketine.

(cx)