Gera 9`emîn a civînên 'Komîteya Destûrê' hate paşxistin

Nûnerê navneteweyî yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen îro ragihand ku lidarxistina gera 9`emîn a civînên "Komîteya Destûrê" heta demeke nediyar hatiye paşxistin, ku dihat payîn di navbera 25 û 29`ê Tîrmehê de li dar bikeve.

Gera 9`emîn a civînên 'Komîteya Destûrê' hate paşxistin
17 tîrmeh, 2022   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê navneteweyî yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen bi daxuyaniyekê got, “gera 9`emîn a Komîteya Destûrê ku Sûriyê bi rêve dibe, ku dihat payîn di 25 û 29`ê Tîrmehê de li Cinêvê bê lidarxistin, li dar nakeve.”

Her wiha got: "Divê hemû aliyên peywendîdar xebatên siyasî yên ji bo Sûriyê biparêzin û nakokiyên xwe jê dûr bixin û bi awayekî dîplomatîk beşdarî avakirina Sûriyê bibin.”

Geir Pedersen anî ziman ku peyam ji endamên desteya biçûk re hatin şandin û ew bi vê yekê agahdar kirine.

Destpêka meha derbasbûyî gera 8`an a civînên “Komîteya Destûrê ya Sûriyê” ku 5 rojan li Cinêvê dewam kir, bi dawî bû û wekî her car bêencam bû.

(eh)