Banga xwepêşandaneke milyonî îro li paytexta Sûdanê hat kirin

Îro "Komîteyên Berxwedanê yên Sûdanê" ku tevgera gel bi rêve dibin, bang kir ku îro car din gel dakeve kolanên paytexta Sûdan Xartumê û xwepêşandaneke milyonî li dar bixe.

Banga xwepêşandaneke milyonî îro li paytexta Sûdanê hat kirin
17 tîrmeh, 2022   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

"Komîteyên Berxwedanê" banga bidawîkirina hikumê leşkerî û vegera hikumê sivîl dike. Têkildarî mijarê duh Komîteyên Berxwedanê yên li bajên Xartum, Behrî û Um Derman bi daxuyaniyekê hevbeş beşdariya xwe ragihand û bang li welatiyan kir ku ew jî tev li xwepêşandanan bibin.

"Komîteyên Berxwedanê" hîna jî hikumê leşkerî li welêt nas nake û ji helwesta xwe venagere. Komîteyan  di daxuyaniya xwe de gotibû ku dema yekitiyê û dirûşmeyên ji bo pêkanîna dewleta sivîl a demokratîk hatiye.

"Komîteyên Berxwedanê" protostoyên li bajarên Xartumê ya piştî xwepêşandana 30`ê Hezîranê rawestand, ku li gorî raporên Komîteya Bijîşkên Sûdanê ya Navendî (ya ne hikumî) di wan xwepêşandanan de 10 kes bi guleyên hêzên ewlekariyê hatibûn kuştin, zêdetirî 500 xwepêşandêr jî birîndar bûbûn.

Tê payîn ku desthilat tedbîrên ewlehiyê xurt bikin, pirên sereke yên bajarên paytextê digihîne hev bigirin û hêzên xwe li ser rê û dergehên sereke yên diçin navarasta Xartumê belav bikin da ku xwepêşandêr negihêjin koşka serokatiyê.

Xwepêşandana ku bi “milyonî” tê binavkirin, piştî biryara serokê Meclisa Serdestiyê ya Demkî û fermandarê artêşê Ebdulfetah El-Burhan ya 4`ê Tîrmehê, pêk tê. Di biryarê de banga vekişîna hêzên çekdar û hêzên piştgiriya bilez ji diyalogên bi hêzên sivîl re hatibû kirin, ku mekanîzmeya sêalî (Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Afrîkayê û Rêxistina Îqad) navbeynkariyê tê de dikin.

"Komîteyên Berxwedanê" biryarên serokê artêşê red kiribû û wekî hewldana vegerandina serdestiyê û kontrolkirina desthilatê bi nav kiribû.

(eh)