Gelo Qeys Seîd tecrubeya demokratîk bi dawî kir an xewna îxwanan têk bir?

Beriya 11 salan di 2011`an de şoreşa Tûnisê dest pê kir ku bi Şoreşa Yasemînê hat binavkirin û ji bo gelê Ereb bû nimûneyek. Gotina 'Bersiv Tûnis e' ji ser zimanên ciwanên Ereb qut nedibû ji ber ku heyrana wê bûn. Ev şoreş bilez li gelek dewletên Ereban belav bû ku piştre bi navê şoreşên Bihara Ereban hatin binavkirin.

Gelo Qeys Seîd tecrubeya demokratîk bi dawî kir an xewna îxwanan têk bir?
17 tîrmeh, 2022   06:14
NAVENDA NÛÇEYAN-MUHSIN EL-MISRÎ

Bi demê re, “Bersiv Tûnis e” êdî nema, nemaze piştî ku welat nekarî geşepêdana aborî bi dest bixe û sîstema wê ya siyasî ya piralî nekarî modelekê ji bo welatên herêmê pêşkêş bike li gel berdewamiya qeyranên nav kolanên Tûnisê.

Di 25`ê Tîrmeha 2021`an de serokê welêt Qeys Seîd di xîtabê xwe ku li ser telefizyona fermî hate weşandin de, bidawîkirina erkên serokê hikumeta Hîşam El-Mişîşî, cemidandina parlamento û rakirina parêziyê li ser palamenteran ragihand. Pê re Tûnis kete qonaxeke din.

Biryarên Seîd di hundir û derveyê Tûnisê de rewşeke nakok û tevliheviyek çêkir, nemaze ku Seîd hemû desthilat di destê xwe de kom kir û daxwaza lidarxistina referandomeke elektronîkî li ser destûreke nû kir, ku hinekan ew wek darbeyeke destûrî li dijî şoreşê û tecrubeya demokratîk bi nav kir.

Hinek din jî diyar kirin ku biryarên Seîd rolek di xilaskirina dewleta Tûnisê de lîst piştî ku Tevgera El-Nehda ya îxwanî, welat kontrol kir û nekarî çareseriyên piratîk ji pirsgirêkan re peyda bikin ku welatiyên Tûnisî pê re rû bi rû mane.

DEWLETEKE Û DU PERGAL

Lêkolînerê ji Misirê yê têkiliyên navneteweyî Mistefa Selah got rewşa li Tûnisê beriya 25`ê Tîrmehê weke dewleta bi du pergalên desthilatê bû. Ji ber wê pêwîstî hebû ku ev pirsgirêk bê çareserkirin û rêyek zelal bê diyarkirin. Her wiha destnîşan kir ku li gorî destûrê, pergala desthilatê divê dûrî nakokiya li ser erkên di navbera desthilatên rêveber û qanûnî be.

Selah diyar kir ku xurtkirina erkên saziya serokatiyê û desthilata rêveber, eşkere dike ku nêrînên cuda li hember veguhertinên li Tûnisê rû didin hene, nexasim piştî ku Tevgera El-Nehda nekarî alîgiriya xwe ya berê vegerîne û paşdeketina karînên koma Îxwanan li gelek dewletên herêmê bandor lê kir.

Selah wiha domand: ''Firehbûna qada dijberiya guhertinên destûrî, nayê wateyê ku bi temamî ev guhertin têne redkirin. Heta ku metirsî hene desthilata rêveber rewşa li welêt kontrol bike. Ev girtek pêwîst in da ku ji xitimîna siyasî ya hundirîn derkevin û pergala Tûnisê amade bike da ku bi pirsgirêkên hundir û derve re mijûl bibe. Ji ber wê Seîd diyalogên xwe bi dijberên van guhertinan re zêde kirin, da ku mebest û encamên wê yên pêşerojê zelal bike. ''

Li gorî lêkolîner, çavên gelê Tûnisê dê ber bi şopandina siyasetên Seîd û hêza wî ya derketina ji vê qeyranê be. Ji ber ku ew ê berpirsiyariya birêvebirina vê qonaxa demkî hilgire, çi bi rûnişkandina hîmên vê sîstemê yan jî guherandina wê, ku dibe bibe faktorekî girîng ê xurtkirina çavdêriya gel li ser meylên siyasî yên Seîd.

Der barê Tevgera El-Nehda de, li gorî pêşbîniyên lêkolîner, El-Nehda dê hewl bide tevgera rejîmê bi sînor bike û sûdê ji têkçûnên wê bigire, eger pêk werin, da ku xwe di nav civaka Tûnisê de vejînin. Nemaze piştî ku baweriya gel bi dest nexist ku dikare bibe hêzeke alternatîf û vê qonaxê bi rê ve bibe. Civaka Tûnisê tevger wek beşeke mezin a pirsgirêka li Tûnisê dibînin.

Li gorî Selah, îhtîmal heye ku ev guhertin hêza Tûnisê ji bo pêşdebirina dan û standinên bi saziyên fînanseyê yên navneteweyî re bi taybet fînansên biyanî zêde bike, sedema sereke ya vê qeyranê, gurbûna aloziyên aborî û civakî yên welatiyan e.

XILASKER AN DÎKTATOR E?

Lêkolînera zanistên siyasî ya ji Urdinê Dr.Danyêla El-Qeran veguherîna li Tûnisê û têkçûna tecrûbeya demokratîk a ku ji hêla şoreşê ve hatî hilberandin vegerand vê sedemê ku beriya Tûnisî berhema şoreşa xwe berhev bikin, qeyranan ji bo wan dest pê kir û bû sedema pirsgirêkeke siyasî ya pir tevlihev. Di encamê de darbeya berevajî ya ku ji aliyê serokatiyê ve li dijî hikumet, parlamento û dadweriyê pêk hat.

Danyêla El-Qeran diyar kir ku serok Qeys Seîd rola xilasker lîst, girtekên awarte girtin û rê li pêşiya hevrikan girt, pê re mîna ku muxalifên wî dibêjin bû hakim û dijbertiya partî û saziyan kir.

Li gorî lêkolînera zanistên siyasî, heke hinceta Qeys Seîd di ber çavan re derbas bikin ku hatî welêt ji hilweşandina xilas bike yan jî bi nêrîna dijberên wî ku darbeyek li dijî destûrê ye, lê di rastiyê de tecrubeya demokratîk bi bin ket. Ne parlamento heye, hikumet jî bi fermana Qeys kar dike û dadgeh rawestî ye. Hemû jî banga vegera destûrê dikin. Li beramber wê, serokkomar nexşerê danî ku bi şêwiriyeke elektronîk dest pê dike û piştre referandomeke li ser destûrê li dar dikeve û piştre hilbijartin.

Li gorî Danyêla El-Qeran, êdî gelê Tûnisê nizane kî wê bi rê ve dibe gelo dîktator e yan jî xilasker e?

TUNEKIRINA ÎXWANAN

Nivîskarê tûnisî Nîzar El-Celîdî jî got, Tûnis piştî 25`ê Tîrmehê li ser xeteke din û pêvajoyeke cuda dimeşe.

Her wiha destnîşan kir ku yên ku xwe spartin pergala parlamentoyê ya ku îxwanan ava kiriye, bi bin ketin. Ji ber ev pergal bi sê seriyan bû û nekarî tu destkeftiyekê bi dest bixe. Lê belê derfet da îxwanan ku di dewletê de fireh bibin û pencên xwe mîna kanserê dirêj kir.  

Li gorî El-Celîdî, pergala serokatiyê ya herî baş û herî guncaw ji bo gelê Tûnisê ye. Nexasim ku pergala serokatî tê de serok berpirsê encamên pêkanîna projeya xwe ya siyasî û stratejiya xwe ye. 

El-Celîdî destnîşan kir ku gelê Tûnisê piştî serxwebûnê zêdetirî 50 salî di bin siya sîstema serkatiyê de jiyan kir. Her wiha da zanîn ku pergalên serokatiyê ne dîktatorên in mîna ku gelek propagandaya wê dikin, delîla wê ew e ku gelek dewletên Ewropayê bi pergala serokatiyê tên birêvebirin.

El-Celîdî diyar kir ku niha li Tûnisê pêvajoya tunekirina îxwanan û hesbaxwestina ji serokên wê li ser sûcên wan heye û got destpêk ji darizandina Raşid El-Xenûşî di 20`ê Tîrmehê de be.

(şx)

ANHA