Li Qamişlo şanoyek li ser girîngiya dibistanê û bandora hevalên nebaş hat pêşkêşkirin

Desteya Çandê ya herêma Cizîrê îro di çarçoveya Çalakiyên Dibistana Şanoyê de, şanoyek bi navnîşan “Xwendin Jiyan e” li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê pêşanda.

Li Qamişlo şanoyek li ser girîngiya dibistanê û bandora hevalên nebaş hat pêşkêşkirin
Li Qamişlo şanoyek li ser girîngiya dibistanê û bandora hevalên nebaş hat pêşkêşkirin
Li Qamişlo şanoyek li ser girîngiya dibistanê û bandora hevalên nebaş hat pêşkêşkirin
Li Qamişlo şanoyek li ser girîngiya dibistanê û bandora hevalên nebaş hat pêşkêşkirin
Li Qamişlo şanoyek li ser girîngiya dibistanê û bandora hevalên nebaş hat pêşkêşkirin
Li Qamişlo şanoyek li ser girîngiya dibistanê û bandora hevalên nebaş hat pêşkêşkirin
Li Qamişlo şanoyek li ser girîngiya dibistanê û bandora hevalên nebaş hat pêşkêşkirin
Li Qamişlo şanoyek li ser girîngiya dibistanê û bandora hevalên nebaş hat pêşkêşkirin
Li Qamişlo şanoyek li ser girîngiya dibistanê û bandora hevalên nebaş hat pêşkêşkirin
16 tîrmeh, 2022   20:53
QAMIŞLO

Şano ji derhêneriya Ebdulcabir Hebîb e û tê de zarokên bajarê Qamişlo û lîstikvanên navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê, beşdar bûn.

Naveroka şanoya “Xwendin Jiyan e” der barê girîngiya eleqedariya zarokan bi xwendin û dibistanê û dûrketina ji karkirina zarokan bû, her wiha li ser perwerdekirina zarokan û dûrxistina wan ji hevalên nebaş ên ku wan ber bi kiryarên xerab û nebaş ve dibin û girîngiya domandina xwendinê bû.

Çîroka şanoyê li ser zarokekî ku dev ji dibistanê berdide û berê xwe dide karê li dîkanên “sînaa”, ku di dawiyê de ji ber ku kiryarên nebaş dike û dikeve rêya şaş, ew ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tê girtin.

/ar/uploads/files/2022/07/16/190934_img_4020.webp

Tê payîn ku şano dê careke din sibe saet 19:00’an de li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo, were pêşandan.

(mh)

ANHA