Mala 'fermandarekî berê' yê çekdarên xwecih ên Derayê hat hedefgirtin

Li dijî mala “fermandarekî berê” yê çekdarên xwecih ên Derayê êrişa bi bombeyan hat kirin, di encamê de hevjîna wî hat kuştin û 6 endamên malbatê birîndar bûn.

Mala 'fermandarekî berê' yê çekdarên xwecih ên Derayê hat hedefgirtin
17 tîrmeh, 2022   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di mala “fermandarekî berê” yê çekdarên xwecih yên Derayê de ya li bajarê Tefes ê li rojavayê Derayê, mayînek teqiya. Di encamê de hevjîna wî hat kuştin û 2 jin û 4 zarok jî ku endamên malbatên ne birîndar bûn.

Li gorî SOHR’ê, kesê hatiye hedefgirtin beriya serweriya hikumeta Şamê li herêmê di 2018`an de, di nava komeke muxalîf a li Derayê de bû. Her wiha yek ji wan kesan bû ku hikumeta Şamê di Çileya 2021’ê de xwest koçberî bakurê Sûriyê bibin. Berê jî serokê şaxê ewlehiya leşkerî ya Derayê, gefa kuştinê li wî û malbata wî xwaribû.

(fr)