Meclisa Malbatên Şehîdan xebatên xwe yên du salan nirxand û hevserokên nû hilbijartin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê xebatên xwe yên du salan nirxand û hevserokên nû hilbijart.

Meclisa Malbatên Şehîdan xebatên xwe yên du salan nirxand û hevserokên nû hilbijartin
Meclisa Malbatên Şehîdan xebatên xwe yên du salan nirxand û hevserokên nû hilbijartin
Meclisa Malbatên Şehîdan xebatên xwe yên du salan nirxand û hevserokên nû hilbijartin
Meclisa Malbatên Şehîdan xebatên xwe yên du salan nirxand û hevserokên nû hilbijartin
Meclisa Malbatên Şehîdan xebatên xwe yên du salan nirxand û hevserokên nû hilbijartin
Meclisa Malbatên Şehîdan xebatên xwe yên du salan nirxand û hevserokên nû hilbijartin
Meclisa Malbatên Şehîdan xebatên xwe yên du salan nirxand û hevserokên nû hilbijartin
7 tîrmeh, 2022   16:13
HELEB

Civîn li hola Star Lait a herêma Şiqêf bi beşdarbûna malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, meclis û komînan hate lidarxistin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Zelal Ceger axivî û diyar kir ku têkoşîna ku rêber Abdullah Ocalan dest pê kir, heta roja îro dewam dike û ev axaftina rêber Ocalan bi bîr xist 'Me 30 salan têkoşîn kir da ku hebûna xwe wekî gelê Kurd îsbat bikin. Piştî 30 salan em ji bo sepandina hebûna xwe kar bikin da ku her kes me qebûl bike.'

Zelal Ceger anî ziman ku şehîd parêzvanê yekemîn ê destkeftiyan e û parêzvanê rûmeta gelan e û got: "Rêber Abdullah Ocalan dibêje heger fedayên welat tune bin wê demê wê ev welat bê rih, bê îrade û bê hebûn bijî."

Zelal Ceger destnîşan kir ku serkeftina Şoreşa 19'ê Tîrmehê encamên berxwedan û têkoşînê  ya gel e û banga xwedî derketina li destkeftiyan û xurtkirina têkoşînê kir.

Piştre, endama Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Fedîla Qasim rapora rewşa rêxistinê ya du salan a Meclisa Malbatên Şehîdan xwend.

Her wiha hilbijartin pêk hatin, Mihemed Ehmed Hisên û Roşan Mihemed Fewazî wekî hevserokên  meclisê hatin hilbijartin.

Hevserokên nû sond xwarn.

ANHA