​​​​​​​TEV-DEM: Divê gelê Sûriyê li hember dagirkeriya Tirk bibin yek

TEV-DEM a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê bang li gelê Sûriyê kir ku li dijî gefên dewleta Tirk ên êrişên nû yekitiya xwe xurt bike û got "Gefên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmên Şehbayê bi armanca dagirkirina Helebê ye."

​​​​​​​TEV-DEM: Divê gelê Sûriyê li hember dagirkeriya Tirk bibin yek
7 tîrmeh, 2022   11:28
ŞEHBA

Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Herêma Efrînê li Kampa Serdem a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn ku tev li daxuyaniyê bibin. Beşdaran wêneyên şehîdên komkujiya Til Rifet û Aqîbê û alên TEV-DEM’ê rakirin.

Endamê TEV-DEM’ê Nûrî Mihemed daxuyanî bi zimanê erebî xwend û endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Romav Mistefa jî bi zimanê kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Piştî dewleta Tirk destwerdan li şoreşa Sûriyê kir û berê wê ji şoreşeke aştiyane veguherand şerekî çekdarî ku xizmeta ajandeyên xwe yên li Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê bike, her wiha nakokiyên navneteweyî yên di navbera Rûsya û Amerîkayê de bi kar anîn û beşeke mezin ji xaka Sûriyê dagir kir û Efrîn bû qurbaniya wan nakokiyan. Bi wê re gelê Efrînê bi darê zorê koçberî herêmên Şehbayê kir û ji 4 salan ve êrişên bêserûber li ser koçberên Efrînê û şêniyên herêmê nesekinîne. Lê dewleta Tirk bi vê yekê nekir, lê gefên êrişên nû û dagirkirina herêmên Şehbayê dixwe, da ku ji dagirkirina Helebê ve nêz bibe û komkujiyan li dijî koçber û welatiyên Nibul û Zehrayê pêk bîne."

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt destnîşan kir: "Li dijî timayên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyê em TEV-DEM û rêxistinên civaka sivîl ên li herêmên Şehbayê bang li tevahiya gelê Sûriyê dikin ku li dijî projeya îxwanî ku hewl dide Mîsaqî Millî û xewna Osmanî ya kevn pêk bîne, bisekinin."

Her wiha di daxuyaniyê de bang li hikumeta Sûriyê û tevahiya rêxistinên navneteweyî, hiqûqî, NY`yê û dewletên garantor hate kirin ku li dijî gefên dewleta Tirk bi erka xwe rabin.

(eh)

ANHA