​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li başûrê Sûriyê behsa herêmeke tampon tê kirin

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, têkildarî avakirina “herêmeke tampon” li başûrê Sûriyê, tawanbariyên ji bo El-Menfî ku li pişt xwepêşandanên Lîbyayê ye û şopandina tevgera Nehda ya Îxwanî ji aliyê dadgehê ve, nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li başûrê Sûriyê behsa herêmeke tampon tê kirin
7 tîrmeh, 2022   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN

‘TÊ GOTIN DÊ BI KÛRAHIYA 35 KM LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ “HERÊMEKE TAMPON” BÊ AVAKIRN’

Rojnameya Şerq El-Ewset têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Li başûrê Sûriyê bi taybetî li Derayê xelk behsa avakirina herêmeke tampon li ser sînorê Urdinê dike. Ji ber bêîstîqrariyê û rewşa ewlehiyê ya xirab, herêma wan bûye qadeke şer û pêşbirkê di navbera welatên bibandor de, nexasim Îran ku hewl dide hegemonyaya xwe li herêmê ferz bike. Berpirsê Parêzerên Azad ên Derayê Silêman El-Furqan dibêje ku dê bi kûrahiya 35 kîlometre li hundirê xaka Sûriyê herêmeke tampon bê avakirin.

Li herêma başûrê Sûriyê ku deriyê bejahî yê Sûriyê û Lubnanê ber bi Kendavê û Urdinê ve tê hesibandin, agahiyên têkildarî qaçaxkirina madeyên hişbir derketine pêş.

Li gorî hin nûçe û raporên ragihandinê yên vê dawiyê, armancên nû ji bo ji nû ve avakirina komên çekdar li başûrê Sûriyê hene. Armanc ji wê avakirina herêmeke tampon li ser dirêjahiya sînorên Sûriye-Urdinê bi kûrahiya 35 kîlometreyî, şerê li dijî Îranê û rêxistinên terorîst wekî DAIŞ`ê ye.

El-Furqan got: “Vê dawiyê li welatekî Ereban bi 10 fermandarên xwecih ên ji Derayê, 4 fermandarên ji Siwêdayê û 5 femandarên ji Quneytîrayê civîn pêk hatin. Fermandarekî bi navê Kînan El-Îd di rojên dawîn de ji aliyê kesên nenas ve li bajarê Casim ê bakurê Derayê hate kuştin.

Li gorî El-Furqan, dê herêma başûrê Sûriyê derbasî qonaxeke nû bibe, dê herêma tampon bê avakirin. Ev yek piştî ku welatên herêmê bi xetereya berfirehbûna Îranê li başûrê Sûriyê hesiyan û piştrast bûn ku rêgirtina li xurtbûna Îranê li wê derê ji şêniyên herêma başûr dest pê dike, bi rêya avakirina komên çekdar wekî yên ku berê li herêmê bûn, derxistina rejîma Sûriyê û hêzên wê ji herêmê. Bi vê yekê dê xetereya Îranê, wekîl û hevkarên wê bê dûrxistin.

El-Furqan diyar kir ku pêkanîna herêma tampon tenê bi vegerandina şerê di navbera komên xwecih ên li başûrê Sûriyê de, bersivdayîna hêza leşkerî ya Îran, Rûsya û Sûriyê pêkan e, ji ber ku Rûsya bi welatên herêmî û Amerîkayê re li ser vê pêşniyarê li hev nekiriye. Her wiha destnîşan kir ku rêveberiya herêma tampon dê bi awayekî xweser ji aliyê komên li başûr ve be, her wiha dê di qonaxa pêş de siyasetmedar jî beşdarî rêvebirina herêmê bên kirin, dê Dergehê Nesîb ê bi Urdinê re jî vegere pêşniyara Rûsyayê ya 2016`an ku ji aliyê karmendên rejîma Sûriyê ve bê birêvebirin û tevî rêya ku dikeve nava herêma tampon (rêya Dera-Şamê), ji aliyê komên xwecih ên li herêmê ve bê parastin.

El-Furqan piştrast kir ku fermandarên tev li van civînên vê dawiyê bûne û pêşniyara herêma tampon ji wan re hatî krin, bûyerên 2018`an pêk hatine û piştgirînedayîna navneteweyî ji herêmê re bi bîr xistine û israr kirine ku garantî ji wan re bên dayîn. Hinekan jî banga beşdarbûna hêzên hin welatên ku pêşniyara herêma tampon li başûrê Sûriyê kirine, kir.”

‘EQÎLA SALIH, EL-MENFÎ BI ORGANÎZEKIRINA XWEPÊŞANDANAN TAWANBAR KIR’

Têkildarî kar û barên Lîbyayê jî, rojnameya El-Ereb nivîsî: “Serokê Meclisa Nûneran a Lîbyayê Eqîla Salih, serokê Meclisa Serokatiyê Mihemed El-Menfî tawanbar kir ku destê wî di bûyerên tundiyê yên hefteya borî li parlamentoyê derketine de, heye. Ev yek tê wateya ku însiyatîfa ku El-Menfî pêşkêş kiriye, ne xwedî şansê serkeftinê ye.

Salih got: “Tiştê li Meclisa Nûneran îna borî pêk hatiye, karên xirakirinê ne, armanc jê fitne ye. Li dijî Lîbyayê û gelê wê ji bo pêkanîna hin xeyalên şexsî, komployek heye.”

Salih di hevpeyvîna bi dezgehên ragihandinê re, êvara sêşemê, serokê Meclisa Serokatiyê Mihemed El-Menfî û birayê wî Salim bi êrişa li ser Meclisa Nûneran, tawanbar kirin.

Ji refleks û helwestên Eqîla Salih diyar dibe ku çarenûsa plana Mihemed El-Menfî têkçûn e.”

“ÎXWANÊN TÛNISÊ” JI ALIYÊ EDALETÊ VE TÊN XWESTIN’

Rojnameya El-Beyan jî di hejmara xwe ya îro de wiha nivîsî: “Gelek fermandarên tevgera Nehdayê ya îxwanî û di serî de serokê wê Raşid El-Xenûşî bi tawanbariyan re rû bi rû ne. Tê çaverêkirin ku di dema pêş de dadgeh der barê wan de biryarê bide. Ji wan tawanbariyan, sextekirina pereyan û komployên li dijî ewlehiya dewletê ya hundirîn. El-Xenûşî ji ber dosyaya komeleya Nema Tûnis, ji aliyê nivîsgeha lêpirsînê ve hat xwestin. Çavdêr texmîn dikin ku di dema pêş de ev di vê dozê de pêşketinên girîng çêbin, bi taybet piştî ku sîwana siyasî ji ser tevgera Nehdayê hat rakirin û parêzbendiya qanûnî ya serokê wê ku berê serokê Meclisa Nûneran bû, heta betalkirin.

Beriya wê bi çend saetan, komîteya pereyan a girêdayî Banka Navendî ya Tûnisê, hesabên bankê û pereyên El-Xenûşî, kurê wî Muaz û keça wî Sumeya, zavayê wî wezîrê berê yê karên derve Refîq Ebdulselam, serokê hikumeta berê û damezirînerê tevgera Nehdayê Hemadî Cibalî, her du keçên wî û zavayê wî û hejmareke kesên din ên îxwanî, hatin sekinandin.”

(cx)