Li Lubnanê hêmanên herî bingehîn ên jiyanê tune ne

Dabînkirina hêmanên bingehîn ên cîhanê ji lubnaniyan re di van rojan de tiştê herî girîng e. Ligel qutbûna benzîn, nan, av û kehrebeyê dîmenê hilweşînê li Lubnanê roj bi roj temam dibe.

Li Lubnanê hêmanên herî bingehîn ên jiyanê tune ne
7 tîrmeh, 2022   06:29
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, Lubnanê ji tev li xana 9 dewletên ku qûta wan ne bilind, dibe. Bi vê yekê Lubnan di asta duyemîn a hilweşîna debarê de ye.

Di rapora navneteweyî ya dawî ya îsal de, hate gotin karên wêrankirinê yên rêveberên siyasî û darayî li Lubnanê ew berpirs bûn ku piranî welatiyên Lubnanê ber bi xizantiyê ve bidin. Ew yek jî binpêkirina qanûna naveteweyî ya mafên mirovan e. Sedema wê jî ew nedihatin cezakirin û wekhevî di sazûmaniya sîstema siyasî û aborî de tune bû.

Di raporê de hate destnîşankirin ku saziya siyasî dizanî ku wê karesatek pêk were. Lê tiştek ji bo wê yekê nedikir, heta ferdên girêdayî wê bi saya valahiya qanûnî pereyên xwe veguhastin derve.

Di hilbijartinên 15’ê Gulanê de, NY`yê bang li hikumeta bê kir ku lêpirsîn û zelalbûnê bixe "naveroka xebatên xwe". Her wiha ji hikumetê xwest ku danayên darayî û tevliheviya berjewendiyan eşkere bike û berpirêsn banka navendî jî datayên navendê eşkere bikin.

NAN TÊRÊ NAKE

Bi dehan welatî li pêş firneyên li piranî hreêmên Lubnanê ji saetên sibehê ve disekinin ku tûrek nan ji malbatên xwe re bigirin. Lê hin bazirganan bi bihayekî bilind li sûkên reş nan difiroşin. Wê jî hişt wezîrê aboriyê Emîn Selam agahiyan bi belge, reqem û delîlan ku ard li sûkên reş bi deh qatan tê firotin ji serdozgeriya giştî ya darayî re rake û ji wan xwest ku bi lez lêpirsînê li ser vê yekê bikin.  

Tunebûna yedekên li banka Lubnanê bandore li ser hemû beşan kir. Di vê dawiyê de jî bandor li tûrê nan kir. Ruxmî ku wezîrê aboriyê teqez kir ku krîza nan tune ye, ger xwediyên firnan wê yekê çênekin. Ji ber hîna destek berdewam e. Berpirsê firnan Elî Îbrahîm got sedema krîza nan ew e ku gelek aş ji ber nepeydakirina genim hatine girtin.

Têkildarî mijarê li stasyonên benzînê tabûrên erebeyan hene, ew jî piştî gotegotên li ser kirîna benzînê bi dolar be û desteka benka Lubnanê ji ser rabe, pêk hat.

Endamê Sandîkaya Xwediyên Stasyonan George Brax li ser mijarê axivî û got ew gotegotên ku bihayê benzînê bi dolar be derew in. Her wiha bi sedema derengmayîna valakirina keştiya benzînê hinekî pirsgirêk çêbûn. Niha keştî benzînê vala dike û wê bi awayekî xwezayî li stasyonan were belavkirin.

ZEHMETIYA JIYANÊ

Welatiyê lubnanî bi navê Şadî El-Xetîb da zanîn ku bi sedema rewşa aborî ya li welat ew azaran dikişîne û ji ajansa me re wiha got: "Êdî jiyana me pir dijwar bûye. Kêm caran em têr xwarin dibin."

El-Xetîb wiha domand: "Par min karê xwe li sûka sebzeyan ji dest da. Dema bihayê sebze û fêkiyan zêde bû, êdî gelek kes nikarin bikirin."

Şadî El-Xetîb destnîşan kir ku ew li karekî digere ku tenê debara xwe bike, lê di van rojan de kar pir kêm e. Şadî rojane nêzî sed hezar lîreya Lubnanê werdigire anku nêzî 3 dolaran. Ev pere pir kêm e û bi wê hewl dide xwarin, mal û cilan ji zarokên xwe re peyda bike.

DERFETÊN KAR TUNE NE

Li gorî piranî lubnaniyan, jiyan mîna hevrikiyekê ye. Piştî derbasbûna 3 salan di ser hilweşîna aboriya li welat re derbas bû, êdî xwegihandina li hêmanên jiyanê yên bingehîn ne pêkan in.

Samir Hisên têkildarî mijarê wiha got: "Di îsalê de peydakirina her tiştekî zehmet bû, ji xwarinê bigire heta bi dermanan û tiştên bingehîn. Divê em dev ji gelek tiştan berdin. Me ji lîsteya xwe koşt rakir. Her wiha me gelek tiştên din jî rakirin."

Hisên ji ajansa me re wiha got: "Di dirêjahiya 3 salên borî de li kar digerîm. Carnan min kar didît û caranan jî na. Vê yekê hişt ku bi berdewamî debara malbata xwe, digel bilindbûna bênavber a bihayan de, bikim."

Metirsiyên Samir û yên mîna wî çi lubnanî, çi penaber dibe gelek in, ya girîng jî çawaniya dabînkirina aştiya zarokên xwe û parastina wan. Îro li Lubnanê debar pir zehmet bûye û pişta xwe didin alîkariyan.

(fr)

ANHA