Welatî: Tu çare ji bilî berxwedanê li pêşiya me nemaye

Şêniyên navçeya Girkê Legê da zanîn ku serkeftina gerîla serkeftina gelê Kurdistanê ye, her wiha îşaret bi girîngiya bilindkirina têkoşînê û destekdayîna ji berxwedanê re kir da ku êrişên qirkirin ên ku dewleta Tirk li diî gelan pêk tîne, têk bibin.

Welatî: Tu çare ji bilî berxwedanê li pêşiya me nemaye
5 tîrmeh, 2022   06:13
QAMIŞLO – KELSÛMA ELÎ

Dewleta Tirk bi hevkariya PDK`ê ji 17`ê Nîsana borî ve êrişên qirkirinê li ser Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Li hember vê yekê jî hêzên gerîla berxwedaneke bêhempa li dijî PDK`ê û artêşa Tirk, dimeşînin.

Ji ber êriş û sûcên dewleta Tirk li ser Herêmên  Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêniyên navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo bi hers in. Şêniyan îşaret bi berxwedana hêzên gerîla li çiyayên Kurdistanê kir û teqez kir ku ew parastina hemû gelan dikin.

Welatiyê bi navê Îbrahîm Omer têkildarî mijarê wiha axivî: "Dewleta Tirk çekên giran û kîmyewî li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne û rûbera êrişên xwe berfireh dike da ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire nav xwe. Ev jî nîşaneya binketina wê li hember berxwedana lehengî ya gerîla ye û bi vê yekê hewl dide têkçûna xwe binixumîne."

Îbrahîm Omer teqezî li ser destekdayîna ji hêzên gerîla re kir û got ew parêzvanên nirxên gelê Kurdistanê ne û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û li dijî gerîla zêde dike, ji ber ew dizane ku serkeftina berxwedana gerîla li hember êrişan serkeftina gelê Kurd e."

Welatiya bi navê Zulfa Bidûr jî îşaret bi rola gerîla di parastina destkeftiyên gelê Kurd de kir û ev tişt anî ziman: "Gerîla ji bo gelê Kurdistanê azadî û aştiyê bi dest bixe, şer dike. Ji ber ew li hember planên qirkirinê ku li dijî gelan têne kirin bûne mertal. Ji ber wê jî dewleta Tirk wan dike hedef."

Zulfa Bidûr teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker wê nikaribe îradeya wan neşikîne û ew ê destekê bidin berxwedana gelên azadîxwaz.

Welatiyê bi navê Mehmûd Hemdo jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya demokratîk li herêmê bi rêya êrişên xwe têk bibe. Mehmûd Hemdo bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û ev tişt got: "Dewleta Tirk hewl dide bi rêya êrişên xwe nasnameya gelên berxwedêr û gelê Kurd tune bike."

Mehmûd Hemdo bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Divê têkoşîn û berxwedan li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk bilind bibe. Tu çare ji bilî berxwedanê li pêşiya me nemaye. Divê em destekê bidin hêzên gerîla da ku planên dewleta Tirk têk bibin."

ANHA